Tekane qenala zarokan a bi Kurdî Zarok TV 10 sal in weşanê dike. Zarok TV salvegera 10 saliya xwe pîroz dike. Rêveberê Zarok TV Îbrahîm Yildirim der heqê armanc û xebatên Zarok TV de axivî.
Zarok TV, 10 sal berê roja Newrozê, dest bi weşanê kir û gotin “Em wekî dîyarîya Newrozê dest bi weşanê dikin û êdî hemû zarokên cîhanê li çi temaşe dikin, çawa kêfê dikin; di qada me da, zarokên kurd jî dê ji heman derfetan sûdê wergirin.”
Zarok TV 10 salên têr û tijî derbas kir. Tevî di sala 2016an de bi KHKê demek kurt girtî jî ma, lê li ser nerazîbûna siyasetmedar û gel desthilat neçar ma ku biryara girtinê bi paş ve bikişîne û TV carek din ji nû ve dest bi weşana xwe kir.
Rêveberê Zarok TVyê Îbrahîm Yildirim têkildarî armanc û xebatên Zarok TVyê pirsên ajansa me bersivandin.
Pirs û bersiv wiha ne:
Zarok TV 10 sal in ku di weşanê de ye. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin ? Li hemberî hemû zehmetîyan we weşana xwe berdewam kir. Hûn dixwazin çi bibêjin?
Wek xebatkarên Zarok TVyê me bi armanca ku zimanê dayikê bi form û taybetiyên xweser bigihînin zarokên Kurdan dest bi vê xebatê kir. Di vê pêvajoyê da me hewl da ku li hemberî hemû zor û zehmetîyan em pergaleke ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin ava bikin. Serdema ku me dest bi vê xebatê kir hin tecrubeyên weşangerîyê hebûn. Lê ji ber ku mijara weşana me zarok bûn hin pêdiviyên nû derketin pêş. Ev pêdivî bi gelemperî derbarê bingeha teknîkî, pêşketin û derûnîya zarokan da xwe li ser me ferz kirin. Bi awayekî din em dikarin bibêjin ku pêdivîya me bi tîmeka têr û tije û ekîpmanên pêşketî hebûn. Di vî warî da hîn jî hin kêmasî hene. A rast berîya 10 salan em bê tecrûbe bûn û me bi qasî qeweta xwe rêyek danî ber xwe. Di destê me de vîn û bawerîya me hebû ji ber ku wekî tîm em hemû mexdûrên tunebûna qadên zimanê dayikê bûn. Lewma xebateka bi vî rengî bi awayeka din şerê me yê bi bermayîyên zaroktîya me ra bû. Em hemû heval bi vê vîn û bawerîyê li hev civîyan. Lewma hem ji alîyê teknîkê hem jî ji alîyê fikir û ferasetê ve pêvajoyeka bi hêz û afirînerî xwe ferz dikir. Ji ber ku ev xebat cara yekem bûm û li ser koka xwe şîn bû. Di gelek alîyan da rê û rêbazên nû jî wekî pêwendiyekê derketin ber me. Lewma ji bo fêrbûn û pêşvebirina vî karî hevalên me bi şev û bi roj xebitîn. Îro em dikarin bibêjin ku di 10 salan de Zarok TV di gelek mijaran da xwe gihandîye asteka bilind.
Di çarçoveya xebatên me yên anîmasyonê da tîmên 2D û 3D hatin amadekirin û niha bi awayekê pêşketî li ser berhemên xwe dixebitin. Ev koma me ji aliyekî ve bernameya xwe ya derbarê pêşketinê da diyar dike ji aliyekî din ve jî ji bo kesên ku dixwazin tev li vê xebatê bibin bernameyekê amade dike û derbasî pratîkê dike. Wekî ku tê zanîn di cîhanê da asta ku anîmasyon gihîştîyê perwerde û perwerdehiyeke profesyonelî dixwaze. Di vî warî da Zarok TV wekî perwerdegehekê dixebite ji ber ku li Zarok TVyê fikir û pratîk bi hev ra dimeşin. Yanî em dikarin bibêjin ku dema em hîn dibûn di heman demê da me diafirand û bi hev ra parve dikir. Di çarçoveya xebatên me da dûblaj xwedîyê giringîyeka taybet e. Em projeyên ku xwediyê qalîteyekê ne û li cîhanê belav bûne distînin û bi Kurmancî Zazakî û Soranî dûblaja wan projeyan dikin û bi temaşevanên xwe ra parve dikin. Koma me ya Dûblajê li ser du bingehan xebatên xwe dike. A yekemîn derfetên teknîkî ne ku me bi awayekê profesyonelî derfetên teknîkî ava kirin. A duyemîn jî ziman e. Xebatên zimanî pêvajoyeka ku ji wergêran bigire heta dûblajvanan hemû komê tev li nav liv û tevger ên zimanî dike ye. Em dikarin bibêjin ku xebatên dûblajê îro gihîştîye asteka profesyonel. Hemû xebatên zimanî ji alîyê lijneyekê ve tên birêvebirin. Ev lejne di hemû zaravayên Kurdî da dixebite û li gorî form û esasên zimanî naverokan ji bo zarokan amade dike û parve dike. Ev xebat ji alîyekî ve wekî perwerdeya zimanî jî dimeşe. Ji aliyekî ve berhemên ku pê kêfxweş bibin derdixin pêş ji aliyê din ve jî ziman fêrî zarokên ku dûrî derfetên perwerdeya zimanê dayîkê ne dike. Li gorî bertek û parvekirinên ku bi me ra tên kirin em dikarin bibêjin ku di fêrbûn û fêrkirina zimanî da xebatên me xwedî cihekî giring e. Herwiha dûblajvanên me jî parçeyekî vê xebatê ne. Li hemberî kêmbûna dûblajvanên bi tecrûbe me gelek kargehan li dar xist û hewl da ku dûblajvanên pêşketî derxin holê. Xebatên me yên bi vî rengî berdewam dikin û her roja ku derbas dibe casta dûblajvanên me berfireh dibe. Di heman demê da hewldanên me yên ji bo derhêneriya dûblajê ya pêşketî jî her berdewam in.
Xebatên stutdyo çawa dimeşin?
Em dikarin ji bo xebatên studyoyê jî heman gotinan bikin. Hevalên me yên ku ji aliyê xebatên studyoyê ve zanyar in di encama gelek lêkolîn û ceribandinan da gihîştin astekê û xebatên xwe li ser esasên afirandin û nûjenîyê berdewam dikin. Xebatên studyoyê rasterast bi zarokan ra ne û bi zarokan ra di nav danûstandineka rûbirû da ye. Bi van xebatan Zarok TV dibe mala zarokan. Ev pênase (Mala Zarokan) ne ya me ye. Em ji zarokan dibihîzin.
Xebatên me yên ku gihîştine vê astê helbet bi keda hemû hevalên ku îro li ba me ne û yên ku niha ne bi me ra ne mezin bû. Xebatên derbarê Kurdî da xwedîyê gelek zehmetîyan in. Bi gelek zehmetî kişandin û hîn jî ev rewş berdewam dike. Zor û zahmetî çiqas zêdebin jî tu carî me ev rewş ji bo xwe nekir hincet û bi fikir û ramana ku em li ser şîn dibin em dikarin li hemberî hemû zehmetîyan bibin bersiv û çareserîyan bibînin. Erê kêmasî pir in lê em jî ne hindik in û têra xwe hene.
Mîsyona Zarok TVyê çi ye ? Bandora wê ya li ser guherîn û veguherînê bi çi rengî ye?
Zarok TV bi armanca zimanê dayîkê bi pêş bixe û bigihîne zarokên ku ji vî mafê xwe yê rewa bêpar mane dest bi xebatên xwe kir. Lê di nav pêvajoyê da derket holê ku li kêleka weşangeriyê gelek mîsyonên me hene. Ji ber ku wekî sazîbûn û sazîtî derbarê zimanê dayîkê de xurtbûneka berbiçav tunebû ango yên ku hebûn jî ne derbarê zarokan da bûn. Yanî Zarok TV bi weşangerîyê ra veguhezî dibistanekê jî. Em dikarin bibêjin ku xebatên me ji bo zarokan xwedîyê asteka giring e.Em bi tenê wekî kanaleka televîzyonê nayên tarîfkirin. Haya me ji mîsyona me ya civakî heye û em li gorî vê yekê xebatên xwe dimeşînin. Gelekê heye ku nikare bi hêsanî xwe bigihîne zimanê dayîkê, zarokên vî gelî ji perwerdeya bi zimanê bêpar in û em hewl didin ku vî zimanî bi pêş bixin û naverokên xebatên xwe jî li ser van esasan dîyar dikin û xwe digihînin zarokên gelê xwe. Helbet ev rewş hin berpirsîyarî û mîsyonên giran dide ser milên me.Lewra Zarok TV hem wekî kanaleka ku pê kêfxweş dibin hem jî wekî dibistaneka ku li gorî pedagojîyê tevdigere tê dîtin.Em wisa dibînin.
Civak xebatên we çawa dibîne ? Bertekên bi çi rengî çêdibin ?
Em bi temaşevanên xwe ra di nav danûstendinê da ne. Bertekên ku ji alîyê temaşevanan tên hem me bi pêş dixin hem jî nîşan didin ku xebatên me digihîjin armanca xwe. Bi gelemperî bertekên erênî nîşan didin lê belê rexne û pêşnîyarên xwe jî kêm nakin. Xala herî giring ya ku me bi pêş dixe jî ev e. Bi gihandina naverokên bi zimanê dayîkê bi xwe ra pêşketineka pedagojîk jî derdixe holê. Mîsyona me ya civakî jî herî zêde li vir derdikeve holê. Dema ku zarok ji xeynî mala xwe bi zimanê dayîkê ra rûbirû dimîne û di nav jîyanê da çalak dike ev yek bi awayekê polîtîkayên bişaftinê jî têk dibe. Ne tenê zarok em temaşevanên xwe yên mezin jî gelek caran bertekan dibînin. Yanî malbat bi zarokên xwe ra li me dişopînin û tînin ziman ku xebatên me çawa li ser ziman bandorê dike û bi pêş dixe. Em dikarin bibêjin em perwedekarîyê ji bo mezinan jî dikin. Li ser kanalên me yên ragihandinê bertekên bi vî rengî em gelek caran digirin.
Dema ku hûn weşanên xwe , bernameyên xwe , çalakîyên xwe û xêzefîlmên xwe amade dikin li gorî kîjan pîvanan hûn biryar didin ? Hûn çi didin pêş ?
Em dizanin ku mijara me ne bi tenê zimanê dayîkê ye. Yanî dema ku em naverokên xwe dîyar dikin hemû taybetîyên zimên wekî rênîşanek li ber me disekinin. Li gorî formên Kurdî û girêdana civakî û çandî em li ser esasên zimên disekinin. Em nikarin behsa bêderfetîyê û bêîmkanîyê bikin. Heke pirsgirêk hebe divê em çareser bikin. Heke asteng hebin divê em derbas bikin. Hem ji bo projeyên ku em çêdikin hem jî ji bo projeyên ku em ji derve distînin hin xal hene ku em li ser disekinin. Naverokên wekî zayendparêz,nijadperest,dijberîya têkilîya di navbera civak û xwezayê da em li derveyî xebatên xwe dihêlin. Herwiha em cih nadin hin naverokên ku têkilîya zarok a bi xweza , civak û jîyanê ra xera dike. Berî ku bernameyeka me bikeve weşanê em bi hûrgilî ser disekinin û kontrol dikin. Ji ber ku em ne ji bo îro lê ji bo pêşerojê naverokan çêdikin. Astengîyên li ber vê mîsyona me jixwe dîyar in. Lewra heta ku ji destê tê em hewl didin ku vê valahîyê dagirin.Ji bo zarokên me ku pêşeroja me ne em hewl didin ku ji xwe û xwezayê hezbikin,civaka xwe ji alîyê çandî, dîrokî û sosyolîk fehm bikin, nas bikin û bikevin lêgerîna wateyê .
Bi çend zimanî weşan tê kirin? Ji xeynî projeyên ji derve projeyên we bi xwe hene çawa tê dîtin? Hûn li ku derê weşanê dikin? Li çar alîyê cîhanê hûn tên temaşekirin? Bertekên çawa digihîjin we?
Em naverokên bi Kurmancî Zazakî û Soranî çê dikin. Em her dem daneyên xwe kontrol dikin. Li gorî daneyan em dibînin ku ne tenê li ser televîzyonê li ser înternetê jî em digihîjin temaşevanên xwe yên li çar alîyê cîhanê. Bertekên ku tên nîşandan dide xuyakirin em mîsyona xwe bi cih tînin. Herwiha derbarê berhemên me da em gelek rexne, pêşnîyar û nirxandinan digirin. Pîvana herî girîng ji bo me ev in. A ku me ji bo pêşerojê xurttir dike ne hejmara temaşkirinê awayê temaşekirinê ye.Bi Kurmancî û Zazakî ra girseyeka mezin ya Soranî jî heye. Ev jî nîşan dide ku em ji alîyê civaka Kurd ve rastî eleqeyeka mezin tên. Ev yek jî dike em hê bêhtir li ser karê xwe hûr bibin û bi baldarî karê xwe bikin. Bi weşana xwe em bi tenê li ser zimanê dayîkê naekinin di heman demê de bi bernameyên zanistî û edebî em hewl didin ku cîhana zarokan ya fikrî û xeyalî mezin û berfirehtir bikin.
Bi pêşxistina zimanê dayîkê hûn mîsyoneka giring bi cih tînin da ku civaka demokratîk ava bibe. Hûn dixwazin çi bibêjin ?
Wekî tê zanîn her zindîyek bi zimanê xwe bi derdora xwe ra dikeve têkilîye. Ev tenê ji bo mirovan derbas nabe ji bo hemû zindîyan derbas dibe. Hewcedarî, berdewamî û xwe bixwe birêvebirin bi awayekî din wekî demokrasî tê pênasekirin. Bi tenê li ser vê yekê heke em tiştekê bibêjin di cîhanê gelê ku herî zêde ji van mafên xwe yên xwezayî bêpar in em Kurd in û helbet zarokên Kurdan in. Gelek sebebên vê yekê hene û kesekê ku pê nizanibe tune ye. Wekî encama van sedeman îro em di vê rewşê da ne. Berxwedana xwezayî piştî demekê dibe rastîya me û ev yek jî li ser jîyana zarokên me bandora xwe dike û di ceribandinên yekemîn da ev bandor bi hemû awayan xwe nîşan dide.Her ferdekê Kurd di vê pêvajoyê ra derbas bûye. Ango em dikarin bibêjin ku hemû qad û dever bi awayekê li ser Kurdan berxwedanê ferz dike.Ji bo ku jîyana xwe berdewam bikin , ji bo ku li jîyanê bimînin heta ji bo ku nefes jî bigirin Kurd hewcene ku li ber xwe bidin. Yanî ji mafên xwe yên herî xwezayî û gerdûnî jî hewceye ku em li ber xwe bidin. Her çiqasî li hemberî van tişan em li ber xwe bidin jî divê em xwedî li destkeftîyên xwe derkevin û tiştên biparêzin. Lewma heke me li ser rûyê zarokên xwe keneka biçûk jî hiştibe ev nîşan dide ku em bi ser ketine.Em dixwazin ku zarokên Kurdan êdî bi xwe re, bi civaka xwe ra ,bi çanda xwe ra û bi xwezaya xwe ra lihevhatî bijîn û mezin bibin. Bila bikaribin bi çavekê din li cîhanê binihêrin. Bila bizanibin ku tu ferq û cudahîya me ji gelên din yên cîhanê nîn e. Ne kêm ne jî zêde em jî gelekî layîqê qedir û qîmetê ne. Lewma em dixwazin ku zarokên bila bizanibin ku dema ku bê xwestin tu tiştekê neyê bidestxistin nîn e. Dema ku em dibînin zarokên ku bi xwe bawer mezin dibin çi cûre serkeftinan bi dest dixin û bi serbilindî dijîn wê demê moral û motîvasyona me ya xebata me hê bêhtir bilind dibe û em bêhtir bi biryar dibin. Li ber têkoşîna ku gelê Kurd bi dehsalan in dimeşîne em bi tenê dilopekî av in. Lê belê em dixwazin ev dilopa avê bila biherike dilê zarokên me û em bi hev ra biherikin û bibin derya.
Derbarê 10 salîyê de hûn dê çi bibêjin? Amadekarîyên we bi çi rengî ne ?
10 salên ku derbas bûn bi keda hemû hevalên ku ji roja ewil heta niha xebitîn ra têr û tije derbas bû. Ev keda hemû hevalên berê û yên ku niha berdewam dikin e. Em dixwazin spasîyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku vê fikrê derxist holê, bi pêş xist, ked da û mezin kir ra bikin û em destnîşan dikin em dê layîqê vê kedê bin û xebata xwe mezintir bikin. Li hemberî zarokên xwe em berpirsyar in û haya me ji vê yekê heye. Her roj em ji xwe û derdora xwe ra vê yekê dibêjin û soz didin. Di vî 10 salî da Zarok Tv geh bû dibistan geh bû kargeh geh bû feza geh bû xeyalên zarokan û rêyeka bêdawî û bêsînor li ber xewn û xeyalên zarokan vekir. Em soza xwe dubare dikin ku em dê hîn 10 salên din jî bi hev ra derbas bikin. Helbet di vî 10 salî hin kemasîyên me çêbûn û dê çêbibin jî. Lê belê em bawer dikin her kêmasîyek bingehekê ji bo mezinbûn xurtbûnê amade dike. Em dê bawerîya gelê xwe ya ku bi me tînin û kena li ser rûyê zarokên xwe mezintir bikin. Em hemû xebatên xwe bi vê motîvasyonê dikin.
Vê heftê fîlmên zarokan, lîstikên şanoyê ya ji bo zarokan û wekî fînal roja dawî yanî 15ê Adarê roja Şemîyê li ÇandAmedê (Sezaî Karakoç Kultur Merkezî) dê konsereka mezin bên lidarxistin. Em dixwazin bi zarokên xwe ra bi hêvîya ku hîn deh salên bibînin 10 salîya xwe pîroz bikin.Hemû temaşevan û malbatên me vexwendî ne. Em li benda gelê xwe ne.
Bangawazî ango tiştekî ku hûn bixwazin bibêjin heye ?
Tiştekî ku em dixwazin tune ye lê heke zarokên me tiştekê ji me bixwazin em amade ne. Em deyndarê wan in û em dê vî deynê xwe bi kelecanî û bi hezkirin bidin….