• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê ÇILEYA 2026an

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê ÇILEYA 2026an

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    HSDê îdiayên êrîşê derewand

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

    Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Agirê Newrozê li Licê hilbû: Em ê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê

Amed / AW

12 ADAR 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş got ku ew dê bi berxwedana Newrozê xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganaslan jî got ku “Em ê Newrozê bikin Newroza Rêbertiyeke Azad.”

Deklarasyona Newroza 2025an di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber Sûrên Amedê yên navçeya Sûr a Amedê hate dayîn.

Starta Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin li navçeya Licê ya Amedê hate dayîn. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, Hevşaredarên Licê Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr û hevşaredarên din ên navçeyan, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li bernameyê Newrozê bûn. Qad bi alên DEM Partiyê yên bi kesk û sor û zer hate xemilandin. Jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî Newrozê bûn.

Coş û peroşa Newrozê li qadê xwe da nîşandan. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û xweşik tev li şahiya Newrozê bûn. Dengê stranên Newrozê li Licê olan dan û beriya bername dest pê bike welatiyan li ber stranan govend gerandin. Bernameya Newrozê ji bo kesên di oxira azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin.

‘Rêberê Gelê Kurd rêya me vekir’

Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz ewilî axivî. Mehmet Şirîn Gurbuz, qala banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan rêya me vekir, ji bo li hemû cîhanê jiyaneke azad civakeke demokratîk were avakirin em li duv wê bangawaziyê ne. Newroza te pîroz be rêzdar Ocalan.”

‘Hewceye dewleta Tirk destê aştiyê bigire’

Mehmet Şirîn Gurbuz destnîşan kir û sala pêşiya me dê bibe sala azadiya gelê kurd û Abdulla Ocalan û wiha got: “Gelê Kurd doza aştiyê didomîne. Sala pêşiya dê azadiya gelê Kurd û rêzdar Ocalan pêk were. Ji dijminatiya kurdan re bes e. Erd û axa gelê Kurd ji xwînê têr bûye. Hewceye dewleta Tirk vî destê aştiyê bigire. Em mafê xwe zimanê xwe vîna xwe diparêzin. Gelê kurd jiyaneke azad heq dike. Bi hezar salan in em dibêjin bila em bibin xwişk û bira. Newroza îsal newroza aştî û azadiyê ye. Newroz pîroz be. Serkeftin a gelê kurd e.”

‘Newroz ji bo gelê Kurd vejîn e’

Li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganaslan axivî. Rêzan Kaganaslan Newrozê li gel pîroz kir û wiha got: “Newroz ji bo gelê Kurd hem ji aliyê polîtîk û ji aliyê xwezayê ve gelek bi wate ye. Îro tovê jiyanê tê reşandin. Jin didin vê xwezayê. Newroz ji bo gelê Rojhilata Navîn û Rojhilatê Asyayê cejneke polîtîk e.” Rêzan Karaaslan qala pêvajoyên Newrozên berê kir û wiha berdewam kir: “Newroz ji bo gelê Kurd di heman deme de vejîn e. Newroz bû sembola berxwedanê.”

‘Em kêlî bi kêlî banga rêzdar Ocalan hembêz dikin’

Rêzan Karaaslan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev yek anîn ziman: “Em ê Newrozê bikin Newroza Rêbertiyeke Azad. Di vê Newrozê de em kêlî bi kêlî banga rêzdar Ocalan hembêz dikin. Di vê bangawaziyê de rêberê Gelan got ku pêvajoyeke nû ji bo gelan dest pê dike. Em vê Newrozê bi kelecaniya serdema nû. Ew rejîma tecrîdê têk çû. Yên dixwastin gelê me ji holê rakin têk çûn. Îro banga rêzdar Ocalan gihişt her derê. Her wiha ev bangawazî li Rojhilata Navîn mudaxileyeke şoreşgerî kir û rêyek nîşanî hemû bindestan kir.

Berxwedana 50 salan dewletan tîne ser maseyê

Îro ew berxwedana beriya 50 salan dest pê kir dewletan tîne ser masê û bûye aktorek. Di peyamê de hate gotin heke Tirkiye gavan neavêje dê rojên xerabtir li peşiya me bin. Êdî dema dewletê ye ku gavan biavêje û ji dil be. Divê em herin ji gelê xwe re ji ciwanan re behs bikin ku aştiyeke bi rûmet çi ye. EM ciwanên kurd xwedî biryar in divê em pêşengtiyê bigirin ser xwe. Îro dema aştiyeke bi rûmet hebe divê ciwan dîsa li pêş bin. Li dijî hemû şerê taybet em ciwan aştiyeke bi rûmet dixwazin. Heke ciwan rola xwe bilîzin em dikarin bi jiyaneke birûmet li ser axa xwe bijîn. Heke ciwan ji aliyê bîrdozî ve li pêş bin tu hêz nikarin li pêşiya wan bisekine.”

‘Em bi hev re aştiyekê ava bikin’

Rêzan Karaaslan, da zanîn ku gel û ciwan dikarin teşe bidin vê pêvajoyê û got: “Em kirde ne û aktor in. Divê gelê me bi partiya xwe serokê xwe bi bawer be. Em ê bi hev re aştiyekê ava bikin. Heke biharê asteng bikin em ê bibin tovê jiyanê û belavî li çiyan bin. Em li vir in xeta me zelal e. Em soza aştiyeke birûmet didin we. Newroza we Newroza rêbertiya azad pîroz be.”

‘Licê ji bona me vejîn e’

Parlamentera DEM Partiya ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê cara ewil li Licê pêdixin û wiha got: “Çawa ku beriya 47 salan li Licê agirê hatiye vêxistin li seranserî welat belav bû dê îro jî belav be. Licê ji bona me vejîn e. Newroz hezar caran pîroz be. Îsal em bi awayekî dîrokî Newrozê pêşwazî dikin. Agirê Newrozê yê gelan di 27ê sibatê de li Îmraliyê rêzdar Ocalan vêxist. Ew banga ku agirê Newrozê gur kir, em jî di qonaxa destpêkê de em ê li Lİcê bi agirê Newrozê bersiv bidin. EM ê agirê Newrozê ji bo rêzdar Ocalan, Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat vêxin. Newroz ji bona me raperîna li hemberî zilm û zordariyê ye. Di rihê Newrozê de binpêkirina mafên mirovan nîne. Em li dijî zilm û zordariyê agirê xwe vêxin. EM ê agirê xwe ji bona aştî û azadiyê û civaka azad vêxin.”

‘Tovê ku 47 sal berê li Licê hate çandin îro li Rojava kulîlk daye’

Berîtan Guneş wiha berdewam kir: “Tovê ku 47 sal bere li Licê hatiye çandin îro li Rojava kûlîlk vedike. Rojava hêviya gelan e. Ew paradîgmaya ku rêzdar Ocalan ji bo Rojihlata Navîn û gelan nivîsandiye jiyaneke azad ava dike. Ev pêncî sal in gelek zor û zehmetî dibinin. Mizgîniya serkeftinê nêz e. Rêzdar Ocalan dibêje, Newroz jiyaneke nû û azad e. Divê her roj bibe Newroz. Bi berxwedana Newrozê xwedî li banga sedsalê derkevin. Cejna we ya Newrozê pîroz be.”

Piştî axaftinan dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û li qadê olan da.

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi tevlibûna parlamenter û şaredaran hate vêxistin. Newroz bi stranên Koma Vejînê ya girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dawî bû. Girseyê li ber stranên komê govend geran û şahiya Newrozê bi coş pîroz kirin.

 

Etîket: DBPDEM PartîKCDLicêNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka DemokratîkTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

1 ÇILE 2026
Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Li Êlihê banga tevlîbûna mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat kirin

Li Êlihê banga tevlîbûna mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat kirin

27 KANÛN 2025
Heqareta ku li Leyla Zanayê hatibû kirin li Îzmîrê hate şermezarkirin

Heqareta ku li Leyla Zanayê hatibû kirin li Îzmîrê hate şermezarkirin

25 KANÛN 2025
Ayşegul Dogan: Pêvajo tevî her tiştî pêşve diçe

Ayşegul Dogan: Pêvajo tevî her tiştî pêşve diçe

25 KANÛN 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

24 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (27)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne