Çavkaniyên DEM Paartiyê daxuyandin ku nûçeyên têkildarî pêvajoya “qanûna çerçeve” yên xwe disipêrin derdorên desthilatê ne rast in.
Çavkaniyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî nîqaşên der barê “qanûna çerçeve” de agahî dan Ajansa Mezopotamyayê (MA). Çavkaniyên ku der barê hevdîtina 25ê Gulanê de ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re agahî parve kirin, diyar kirin ku di civînekê de ku Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û rayedarên dewletê tê de, pêşnûmaya qanûnê hatiye nîqaşkirin.
Çavkaniyan diyar kir ku Abdullah Ocalan pêşniyazên xwe berpêş kirine û piştî vê hevdîtinê, Şandeya DEM Partiyê û AKP’ê 3 hevdîtin kirine. Çavkaniyan ragihand ku desthilatê di van hevdîtinan de qanûneke berfireh amade kiriye, xebatên di vî warî de didomin û dê di nêz de pêşnûmeya vê qanûnê bi DEM Partiyê û partiyên din re bê parve kirin û bal kişandin ser hin nûçeyên di hin rojnameyan de hatine dayîn. Çavkaniyan diyar kir ku di van nûçeyên navborî de hin gotinên dê bibin cihê tiştên talûke û bibin sedema hin pirsgirêkan hatine bikaranîn, qanûna hatiye kategorîzekirin û gotin ku dê qanûneke ku tê de tiştên wekî dê rêveber neyên, dê efû tüne be, bêcezatî tune be û kadroya rêveber li derî wê bê hiştin, dê bandoreke neyînî çêbike.
Çavkaniyan destnîşan kir ku zimanê van nûçeyan nêzîkatiyeke berê dide der û balê dikişîna ser qanûnên poşmaniyê û gotin ku hem Şandeya Îmraliyê hem DEM Partî û hem jî Rêveberiya Tevgerê nerihetiya xwe ya ji ber vî zimanî ragihandiye muxataban. Hat gotin ku sedema van nerihetiyan jî ew e ku dê kadroya rêveber nehewîne û şert û mercên Abdullah Ocalan neyên başkirin bi xwe ye û qanûneke bi vî rengî dê tenê bibe sedema neçareseriyê û bibe sedema zirardayînê û sabotekirina bêçekbûyînê ye.
Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî ev nerihetî hatine ragihandin hevdîtin careke din hatine kirin û gotin ku muxatabên desthilatê ragihandine ku nûçeyên navborî pûç in, nîqaş didomin û xebatên li ser pêşnûmayeke berfireh didomin. Çavkaniyan bilêv kir ku di hevdîtinan de nehevdîtina bi Abdullah Ocalan re û nêzî mehekê ye nebûna pêwendîdanênê baweriyê qels kiriye û derxistina qanûnê bi derengî ketiye û gotin ku ev tiştên diqewimin berdewamiya tecrîdê ne.













