• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Amedê: Em bi Rêber Abdullah Ocalan bawerin

Omer Demîr-Firat Tunç / AW

13 ADAR 2025 - 09:51
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Welatiyên tev li civîna gel a Amedê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn. Welatiyan diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin: “Em bi Rêber Abdullah Ocalan bawer in.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratik” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rayagiştî re aşkere kir. Piştî banga dîrokî li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek daxuyaniyên piştgirtiya bangê hatin dayin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo girîngî û weteya bangê bide famkirin biryar da ku 100 civînên gel pêk bîne. Civînên gel ên li ser pêvajoyê li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Her roj bi welatiyan re dicivin û li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinan dikin. DEM Partiyê di 12ê adarê de li Salona Çand Amedê ya Bajarê Nû ya Amedê civîn li dar xist. Gelek welatî tev li civînê bûn. Welatiyên ku tev li civînê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Divê tevahî gelê me li vê bangê xwedî derkeve’

Welatî Kerîma Okûtûcû diyar kir ku banga birêz Abdullah Ocalan gelek giring e. Em bangê hêvîdar in û wiha got: “Hêviya me ev e ku dê tiştên ku di bangê de têne xwestin pêk bên. Bi hezaran mirov hatin kuştin, girtin û koçber bûn. Pêwist e ku bersivên van tiştan bê dayîn. Birêz Abdullah Ocalan gav avêt. Divê dewlet jî li gorî vê gavan biavêje. Eger bersiv neyê dayîn pêvajo namêşe. Niha rêyek li pêşiya me heye. Ez dixwazim tevahî gelê me li vê rêyê xwedî derkevin.”

‘Divê pêvajo li gorî rêbazên Abdullah Ocalan bimeş e’

Hisên Erzî bibîrxist ku birêz Abdullah Ocalan her dem xwestiye ku ev pirsgirek bê çareserkirin û wiha axivî: “Brêz Abdullah Ocalan berê jî gelek caran xwest vê pêvajoyê bide destpêkirin. Divê mirov fikr û rêmanê birêz Abdullah Ocalan bimeşe û li gorî vê xwedî vê pêvajoyê derkeve. Birêz Abdullah Ocalan di salan berê de jî dixwest bi aliyê hiqûqê vê her tişt bimeşe. Niha giring e ku ev pêvajo di nava gel de bên nîqaşkirin, lêkolîn bên kirin ku encama vê pêvajoyê bê girtin. Divê gel û dewlet birêz Abdullah Ocalan fêm bike, ji ber ku pêvajoyên berê nehat femkirin pêvajo ne gihiştin armanca xwe. Divê bi rêbazên Rêber Abdullah Ocalan ev pêvajo bê pêşxistin. Baweriya kesan ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Irakê re nemayê. Lê hêj ji şer berdewam dike. Girtin û kuştin berdewam dike. Divê dewlet di rojan pêş de gavan biavêje û birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Hêviya me pêvajoyê heye. Êdî divê ev xwîn bisekine. Divê gelê me ye ku bi salan e ked danê xwedî li pêvajoyê derkevin.”

‘Birêz Abdullah Ocalan gav avêt niha dora dewletê ye’

Cengîz Yakut da zanîn ku daxwaza gelê kurd her tim ser aştiyê bû û wiha got: “Avakirina aştiyê gelek zehmete. Lê em bawerin ku pêvajo dê bike armanca xwe. Ji xwe gelê kurd her tim destê aştiyê dirêj kiriye. Divê tevahî sazî, partiyên sîyasî û civak vî barî bide ser milê xwe. Bangawaziya birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd û tevahiya cîhanê gelek giring e. Tevahiya gelê kurd û Tirkiyeyê piştgirî didin pêvajoyê. Birêz Abdullah Ocalan gav avêt niha dora dewletê ye. Em bi biryar in û em ê li pêvajoyê xwedî derkevin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

CENTCOMê dîmenên lêdana keştiyên Îranê parvekirin

CENTCOMê dîmenên lêdana keştiyên Îranê parvekirin

11 ADAR 2026
Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

10 ADAR 2026
100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

10 ADAR 2026
Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

10 ADAR 2026
Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (403)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne