Di çarçoveya “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin de, panela “Rojhilata Navîn û Aştî”yê hate lidarxistin.
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Di roja duyemînde gelek bername û panel hate li darxistin. Panela îro ya ku bi navê ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ li Eywana Alî Emîrî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate li darxistin. Siyasetmedara Kurd Hediye Yûsif, Prof. Dr. Hamît Bozarslan, Parlementerê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar û Doç. Dr. Arzû Yilmaz wek axivêr beşdarê panela bûn. Panel bi elqeyek mezin destpê kir di panelê de Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl endamên siyasî û gelek kes jî tevlî bernamê bûn.
‘Kurd wekî aktorên vê pedagojiya demokratîk derkevin holê’
Prof. Dr. Hamît Bozarslan axaftina xwe de destnîşan kir ku Kurdîtî, berî her tiştî diyardeyek, gelek e ku di nava tekoşîna man û nemanê de ye û got: “Di heman demê de em bi Kurdîtiyeke wiha re rû bi rû ne ku dikare xwe nû bike, qebûl nake bibe qurbaniya dabeşbûna ku dîrokê lê ferz kiriye, û dikare pêşeroja xwe wekî pêşerojeke pirreng a ku dîrokê ferz kiriye xeyal bike. 40 sal berê dirûşma Kurdan ev bû: Kurdistan yan neman. Îro dirûşma Kurdan Jin Jiyan Azadî ye û em dikarin ji vê jî wêdetir biçin û bibêjin, armanca Kurdîtiyê, dirûşma Kurdîtiyê “Kurdistan û hebûn” e. Yanî ne Kurdistan yan neman e, ‘Kurdistan û hebûn’ e, Kurdistan û jiyan e, hem Kurdistan hem jî jiyan e. Li vir ez bawer dikim ku afirînerî gelekî girîng e; afirîneriya Kurdan a di hunerê de, rola ku di civakîbûnê de afirandiye, afirîneriya di zanistên civakî de û pirzimanîbûna vê afirîneriyê. Pirzimanîbûna Kurdîtiyê bi xwe, pirrengiya Kurdîtiyê bi xwe, redkirina gihîştina avahiyeke homojen e. Ev cihêrengbûna zimanan dikare di heman demê de ji bo welatên din û gelên din ên Rojhilata Navîn jî bibe mînak. Derfeta Kurdan tune ye ku rabin bi serê xwe aştiyê bînin Rojhilata Navîn. Derfeteke wiha jî tune ye ku Kurd rabin bi serê xwe Rojhilata Navîn demokratîze bikin û me ev yek di derbên dawî yên li Sûriyeyê de pir aşkere dît. Di dema niha de armanca herî girîng a Kurdîtiyê, misogerkirina hebûna xwe ye. Lê ji bo afirandina Rojhilata Navîneke nû ya aştî û demokrasiyê, Kurd dibe ku bi kûrkirin, lezkirin û berfirehkirina tecrubeyên xwe yên demokratîk ji bo Rojhilata Navîn jî bibin mînak. Min qala pedagojiyeke demokratîk kir; niha li Rojhilata Navîn aktorên vê pedagojiya demokratîk gelekî sînorkirî ne, dibe ku Kurd wekî aktorên vê pedagojiya demokratîk derkevin holê.”
‘ Gelê Kurd faktoreke girîng e’
Doç. Dr. Arzû Yilmaz di axaftina xwe de da li ser aramî û ewlehî rawestiya û wiha axivî: “Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn rû dan nîşanî me dan ku ev faktoreke pir girîng e. Loma jî di vê çarçoveyê de, bi dîtina min dibe ku ji bo Tirkiyeyê gelek encam hebin ku werin derxistin. Niha ez difikirim herçi be heke em derbasî aliyê civakê bibin, bêyî ku ez pir belav bikim ya ku ez dixwazim bibêjim ev e: Heta ku riza, piştgirî û tevlîbûna civakê neyê daxilkirina nava pêvajoyeke aştî û aramî, heke mijar tenê bi paqijkirina bêçareseriyê ya ji tundiye jî bimîne, em nikarin behsa domdariya wê bikin. Bi dîtina min yê civaka Kurd, çimkî gelek tişt hene ku werin axaftin û nîqaşkirin, di rewşeke ku domdariya seferberiyeke siyasî di serdema vê helwesta pasîf a ku tevgera Kurd tê de ye, wekî pirseke ciddî li holê ye; ez difikirim ku hem ji bo dabînkirina tevlêbûna aştiyê hem jî ji bo berdewamiya seferberiya siyasî babeteke pir girîng e ku divê li ser bê axaftin.”
‘Me Peymana Civakî pêş xist’
Hediye Yûsif di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku aştî û azadiya civakî xwedî felsefeyeke berfireh e û ji bo pêkanîna wê, pêwîstî bi binesaziyeke ramanî, civakî heye û wiha bilêv kir: “Heke em sîstema navendî têk nebin û venegerin sîstemeke nenavendî ya ku îradeya civakê tê de cih digire, em nikarin behsa aştiyê bikin. Modela Rojava, li ser bingeha edaleta civakî û demokrasiya xweser hatiye avakirin û beşdariya hemû kesan wekî şertekî bingehîne. Me sîstemeke nû ava kir ku hemû pêkhate bikaribin mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bi kar bînin. Ji bo ku ev maf di bin ewlehiyê de bin, me ‘Peymana Civakî’ pêş xist. Ev peyman, misogeriya hebûna her kesî ye.”
Di avakirina aştiyê de rola jinê
Hediye Yûsif, rola jinê di avakirina civakeke aram, biîstîqrar û azad de wekî hêmana herî girîng pênase kir. Hediye Yûsif destnîşan kir ku bêyî rola aktîf a jinê, pêkanîna aştiya civakî ne gengaz e û axaftina xwe domand: “Di tecrubeya Rojava de rola jinê pêşeng e. Jinan di vê tecrubeyê de hebûna xwe di nav civakê de daye qebûlkirin û xwe îfade kiriye. Ev jî bi xwe re îradeyeke xweser û xweseriyeke demokratîk pêş xistiye.”
Şertê bingehîn a çareseriyê
Cengîz Çandar desnîşan kir ku pirsgirêka Kurd, heta ku Kurd negihêjin dewleteke serbixwe, yan jî heta ku dewletên heyî yên ku ew tê de dijîn wekî dewletek ku wan bi temamî temsîl dike û aîdî xwe hîs dikin nepejirînin, wê berdewam bike û wiha bilêv kir: “Her çend sînorên Sykes-Picot û Lozanê yên ku piştî Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn hatine xêzkirin ji aliyê şiklî ve neguherin jî, pêkhateyên navxweyî û zîhniyetên dewletan diguherin. Di serdema piştî Şerê Sar de Kurd, wekî aktorekî bihêz ketine nava siyaseta Rojhilata Navîn; êdî Rojhilata Navîneke bê Kurd ne pêkan e. Rêveberina Kurdan a li Iraqê bi pêkhateyeke federal û li Sûriyeyê (Rojava) veguherîna Kurdan bo hevparekî damezrîner ê jêneger (HSD) ê dewleta Sûriyeyê ya nû tê avakirin, mînakên şênber ên vê guhertinê ne. Entegrasyona Kurdan a li nav pergalê ne teslîmiyet e, têkoşîna xistina bin garantiya destûrî ya hebûna xwe ya bi nasname û zimanên xwe ye.”
‘Abdullah Ocalan mîsyonê vê pêvajoyê ye’
Di dawiya axaftina xwe de Cengîz Çandar diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên ewlekariyê û pêvajoyên înkarê îflas kirine û wiha got: “Lêgerînên çareseriyê yên ku di sala 2006an de bi Osloyê dest pê kirin û di navbera salên 2013-2015an de bi awayekî aşkere hatin meşandin, delîla wê yekê ne ku dewlet bêyî Kurdan nikare hebûna xwe bidomîne. Derbasbûna Tirkiyeya ku ketiye sedsala xwe ya duyemîn bo modela “Komara Demokratîk”, ku dê Kurd bibin hevparê desthilatdariyê û yek ji stûnên hilgir ên komarê, gaveke mecbûrî û stratejîk e. Divê siyaseta Kurd dev ji zimanê mexdûriyetê berde û daxwaza parvekirina desthilatdariyê bike. Di ronahiya vîzyona “Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nabe” ya ku Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan jî îşaret pê kirine de, divê statuya hevparê damezrîner ê xwedî mafên wekhev a Kurdan bê naskirin. Ji ber ku Kurd li her du aliyên sînoran (Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran) dijîn, di pêşerojê de ev sînor dê mîna welatên Beneluksê (Belçîka, Hollanda, Luksemburg) yên li Ewropayê tenê wekî şiklî bimînin û bêwate bibin. Kesê ku vîzyona entegrasyona demokratîk a li Rojhilata Navîn û felsefeya jiyana hevpar bi awayê herî xurt teorîze kiriye jî Abdullah Ocalan e.”
Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.















