Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê di çerçoveya bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bernameya gotûbêja pirtûka Huso û Nazê ya nivîskar û zimanzan Sadik Varli û dengbêjiyê li dar xist.
Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê, tekildarî bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê, bernameya gotûbêj û dengbêjiyê li dar xist. Gelek kes tevli bernameyê bûn. Nivîskar û zimanzan Sadik Varli li ser pirtûka xwe ya dawî ya bi navê Desta Huso û Nazê axivî û dengbêj Felek Acet jî kilamên dengbêjiyê got. Di gotûbêje de Sadik Varli qala pirtûka xwe ya Huso û Naze û serpehatiya wêjeya Kurdî kir û dengbêj Felek Acet jî serpehatiyên dîrokî, çîrok û destana Huso û Naze weke dengbêjî vegot.
Sadik Varli di gotûbêje de qala pirtûka xwe ya bi navê Desta Huso û Nazê kir. Sadik Varli ku heta niha 17 pirtûk çapkirine û ji van 3 heb jê li ser perwerdehiya zimanê Kurdî ne. Her wiha Sadik Varli li ser tevkujiya Geliyê Zîlan jî 7 bi zimanê romanê 7 pirtûk çapkirine û yek jî li benda çapkirinê ye û pirtûka 6an jî bi 2 cildan pêktê. 6 romanên Sadik Varli jî li benda çapkirinê ne û pirtûkên wî ji aliyê wêşanxaneya Sîtavê ve hatinê çapkirin.
Destana Huso û Nazê
Sadik Varli tekildarî Destana Huso û Naze diyar kir ku ew destan serpehatiyeke ku li herêma Geliyê Zîlan qewimiyê û wî jî dema li ser komkujiya Geliyê Zîlan lêkolîn kirinê rastî wê çîrokê hatiyê û piştî lêkolînên wî li ser mijarê ew pirtûk çapkiriyê. Sadik Varli ku li ser Destana Huso û Naze rawestiya diyar kir ku ew destaneke evînî ye. Sadik Varli ku qala dîroka wêjeya Kurdî kir li ser mijarên di wêjeya devkî ya Kurdî de weke lehengî û destanên evînî sekinî.
Dengbêj Felek Acet jî di navberê de tekildarî mijarê kilamên dengbêjiyê ku li ser hatine çêkirin got. Bername ji aliyê beşdaran ve jî bi baldarî hat temaşekirin.
Bername bi gotûbêja Destana Huso Naze ya Sadik Varli û kilamên dengbêjiyê ya Felek Acet ve bi dawî bû. Piştî bernameyê Sadik Varli pirtûkên xwe ji bo beşdaran îmze kir.





















