Rojnameger Cahît Mervan der barê peyam û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Li dora banga Abdullah Ocalan yekîtiya ramanê ava bû.” Cahît Mervan ji çapemeniya serdest jî xwest teqez xwe ji zimanê berê rizgar bike.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmralmiyê cara sêyemîn di 27ê Sibatê de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Vê carê Hevsesorên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan jî di navde 7 kesan di şandeyê de cih girt. Şandeyê piştî li Îmraliyê hevdîtin kirin di heman rojê de li Stenbolê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kirin. Banga Rêber Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de cihekî taybet girt. Nûnerên saziyên navneteweyî jî piştgiriya xwe anîn ziman. Li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê gelê kurd li banga Rêber Abdullah Ocalan xwedî derketin. Li ser bangê û helwesta çapemeniyê Rojnameger Cahît Mervan bû mêvanê bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê.
Rojnameger Cahît Mervan ewil têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got: “Ev peyam gelek girîng e. Mirov dikare bi çend aliyan binirxîne. Yek; peyam di kîjan rewşê de hat dayîn. Rewşa Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn çi bû. Ya duyemîn; Rêberê Gelê Kurd 26 salin di tecrîdê de tê girtin. Divê mirov li şert û mercên wî binere. Ya sêyemîn; Divê mirov li rewşa Têkoşîna Azadiya Kurdistanê birene. Divê mirov dîsa binere ku di dîrokê de çi bûye. Di 50 salên dawî de di dîrokê de çi bûye. Aliyê bîrdozî heye. Ya herî girîng jî encama vê bangê çi ye? Di ser re demek derbas bû. Lê em dinerin ku hîn dewleta tirk ji bo peyamê gav neavêtiye. Em bi giştî dinerin bi gelemperî li cîhanê peyam bi erênî tê pêşwazîkirin. Nûnerên Almanya, Fransa, Îngîltere û Dewletên Yekbûyî yekser daxuyanî dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî.”
Li ser helwesta nûnerên dewletên Rojavayê Cîhanê jî Cahît Mervan axivî û got: “Nûnerên dewletên cîhanê destnîşan dikin ku ev peyam girîng û tiştekî nû ye. Deriyekî nû vedike. Lê divê aştiyek mayinde li Tirkiyeyê pêş bikeve. Rêber Ocalan xwest erk û wezîfeya dewleta tirk ji nûve bê bîra wan. Anî ziman ku gelê kurd gavek baş û erênî avêtiye. Lê divê dewleta tirk gavên çareseriyê û aştiya demokratîk bavêje.”
Di çapemeniya cîhanê de deng veda
Cahît Mervan bal kişand ser dengvedana di çapemeniya cîhanê de û ev agahî parve kir: “Dîsa di medya cîhanî û civaka gerdunî de bû mijara sereke. Gelek analîz û şirove li ser vê daxuyaniye hatin kirin. Di ajansen cîhanî yên wekî FP, AP, Reuters, AFP, BBC, El Cezîre û EFEyê wekî nûçeya sereke hat dîtin. Gelek televîzyonan li ser vê meseleye nûçeyên lezgîn derbas kirin. Hemû hêzên kurdan li çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê yekser piştgirî dan banga Rêber Abdullah Ocalan. Ev gelek girîng e. Li dora banga Abdullah Ocalan yekîtiya ramanê ava bû. Cara yekemîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan a bi tirkan re kurd hemû hevpar difikirin. Berê nerînên cuda hebûn. Lê sereftina vê bangê gelek bi bandor e.”
Hinceta Tirkiye êdî tune
Cahît Mervan li ser bandora bangê ya li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Em dibînin rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûr bi vê bangê hatiye guhertin. Pêşî li Başûr û dîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê vebû. Piştî vê bangê daxuyaniya HSDê hebû. Digot piştî vê bangê divê zextên Tirkiye yên li ser hêzên me kêm bibe. Digot divê alozî bi dawî bibe û aramî pêş bikeve. Bi vê bangê tu amûr di destê Tirkiyeyê de nemaye ku êdî êrîşî Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikim. Beriya vê bangê Tirkiye li gorî xwe êrîş rewa didîtin. Digotin ‘Li vir PKK heye û ew talûke ne.’ Niha li qada navdewletî û herêmê ev amûr êdî ji destê wan derketiye. Nikarin êrîşan ji bo xwe rewa bikin. Dîsa li Başûr jî Tirkiye bi hinceta PKK li wir e leşkerên xwe xist axa Başûrê Kurdistanê. Hin aliyan jî ev hincet nîşan didan û digotin ‘Eger PKK ne li wir be Artêşa Tirk nakeve axa Başur. Di 10 rojên dawî de em dibînin ku di qada navneteweyî de gelek destekftî hene.”
Mesele mafê Kurdan e
Cahît Merwan bal kişand ser şert û mijara zemîna siyasî û hiqûqî û ev tişt got: “Ev şer 30-40 sal in didome. Mirov nikare li bendê be ku di hefteyekî 10 rojan de çareser bibe. Meseleya esasî ne berdana çekan e. Meseleya esasî Kurd û Kurdistanî ye. Mesele hîn mafên kurdan, nasnameya kurdan, ziman û çanda kurdan nehatiye qebûlkirin. Bi saya têkoşîna gelê kurd, red û înkar bi dawî bûye, lê meseleya Kurd bi temamî çareser nebûye. Lê eger Tirkiye dixwaze ji tundiyê xelas bibe, divê di aliyê siyasî û hiqûqî de gavan bavêje. Di aliyê hiqûqî de divê di serî de rê li pêşiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê vekirin. Divê pergala Îmraliyê bê rakirin. Divê birêz Abdullah Ocalan karibe bi hemû rêxistin û saziyên Kurd, Tirkiye û dervê Tirkiyeyê re karibe müzakere bike û niqaşan bike. Mesela girtiyên nexşweş hene. Girtiyên 30 salin nayên berdan hene. Girtiyên ji doza Kobanê tên girtin hene. Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Dîsa divê politikaya qeyûm bê bidawîkirin.”
Ji bo kongreyê divê şert û merc bên avakirin
Cahît Mervan li ser nêzîkatiya dewletê rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di aliyê siyasî de jî divê dewleta tirk meseleya Kurd û kurdistanê qebûl bike û li ser masê li ser esasê aştî, demokrasî û wekheviyê bê çareserkirin.
Niha aliyê Kurdan agirbest îlan kirine. Dibêjin em peyama Serok esas digirin. Dibêjin em ê kongreya xwe pêk bînin. We çi dixwazin em ê pêk bînin. Lê ji bo kongre pêk bê jî divê şert bêne avakirin. Di serî de divê şer û êrîş bi dawî bibin. Êrîş nesekinin dê kongre çawa pêk bê. Ku şer û êrîş berdewam bike dê çawa karibin derbasî pêvajoya hiqûqî bibin. Birêz Abdullah Ocalan rêyekê ava dike. Rêber Abdullah Ocalan rêyekê ava dike. Eger Tirkiye li ser vê rêyê nemeşe, dê rewş pir xerab û krîtîk be. Ev derfeta Birêz Abdullah Ocalan ava kiriye û daye, eger rast neyê destgirtin, dibe çend hefte şûnde dema wê derbas bibe û dereng bimînin. Ji bo vê yekê divê teqez dewlet gavan bavêje.”
Divê çapemenî zimanê xwe biguherîne
Cahît Merwan herî dawî li ser rola çapemeniyê jî rawestiya û wiha got: “Dema çapemenî tê gotin, tenê radyo û televizyon nîne. Malperên înternetê hene. Medya dijîtal heye û naverok gelek hatiye guhertin. Li vir divê her kes xwe berpirsiyar bibîne. Di serî de divê her kes zimanê xwe li gorî zimanê aştiyê biguherîne. Ew zimanê ku 100 sal berê û 50 sal berê bikar dianîn, niha dubare dibe. Divê teqez xwe ji wî zimanê berê rizgar bikin. Divê zimanê aştiye bikar bînin. Çapemenî divê aliyê mexdûr û neheqiyan be. Çapemenî aliyê aştî, zarok, jin û hemû gelên mazlum e. Divê heqîqet çibe wê bîne ziman. Divê çapemenî bibe alîkar ku mesele bi rêya diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Yek alîbûn û yek dîtin çav û dilê mirov kor dike. Divê xwe ji vî aliyê yek alî derxin. Dema mirov li televîzyonên tirkan dinere, dibîne ku cehalet û nezanîn derketiye asta herî jor. Berê jî cehalet hebû, lê niha zimanekî bêterbiye, bê ehleq û bê wîcdan pir zêde ye. Du capemenî zêde balê dikişîne. Yek çapemeniya hawiz û AKPê ye. Ev bi fermanê dixebite. Dîsa çapemeniya nêzî CHPê jî teoriyên kompo pêş dixin. Bi hişmendiya nijadperestî nêzî meseleyê dibin. Divê zimanê diyalog û aştiyê esas bigirin. Îro li Sûrî elewî tên kuştin. Lê çapemeniya tirk vê yekê rewa dike. Erka çapemeniyê ne ewe ku kuştinê biparêze. Divê her tim aliyê aştî û muzakereyan be.”