Wan – Bi ser şehadeta hunermenda deng zîz Hozan Mizgîn re 34 sal derbas bûn. Tevî ku salên dirêj jî derbas bûn, hunera Hozan Mizgîn ku bi têkoşîna azadiyê hatiye hunandin di nava civakê de her ku diçe belavtir dibe.
Têkoşîna azadiya gelê Kurd ji gelek aliyan ve kesayetên mînak û bi bandor derxistiye holê. Piştî salên 1980yî ku Tevgera Azadiya Kurd ev kesayet di nava civakê de berbiçavtir bûn û di dilê gel de cihekî taybet girtin. Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) jî yek ji van kesayetên bibandor bû. Hozan Mizgîn a ku di sala 1962yan de li gundê Bileyderê yê Êlihê ji dayik bû, bi stran û sekna xwe ya şoreşger di avakirina ‘hunera şoreşger’ de bi roleke girîng rabû. Hozan Mizgîn piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî tev li Tevgera Azadiyê bû û di nava têkoşîna şoreşê de cîh girt.
Hest û kedera gelê xwe dianî ziman
Di ser şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) re 34 sal derbas bûn. Hozan Mizgîn piştî ku tev li PKKê dibe li Bekayê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerdeya bîrdozî dibîne û ji bo xebatên hunerî û çandî di sala 1983yan de derbasî Ewropayê dibe. Hozan Mizgîn a ku li Ewropayê pêşengtiya xebatên çand û hunerê dike, bi stranên “Lo Hevalo”, “Çemê Hêzil” û “Gundino Hawar”, “Heval Egîd” di dilê gelê Kurd de cih girt. Li Ewropayê ligel Hozan Sefkan bingeha Huner-Komê û Koma Berxwedan saz kir. Hozan Mizgîn bi berhemên xwe di pêşketina ‘hunera şoreşgerî’ de bandoreke mezin li muzîka Kurdî jî kir. Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên Kurdî û şoreşgerî di dilê gelê Kurd de cihê xwe girt. Dewleta Tirkiyeyê ji ber ku stranên wê bi Kurdî û şoreşgerî bûn qasetên wê qedexe kirin. Lê ruxmê zext û qedexeyan jî stranên wê heta roja îro jî li ser zimanê bi mîlyonan kesan in.
Hozan Mizgîn di stranên xwe de êş û kedera ku gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd dikêşin, fikir û hestên yekîitiyê, hêvî û têkoşînê dianî ziman.
Li pey xwe mîraseke şoreşger hişt
Hozan Mizgîn piştî çend salên li Ewropayê wek fermandareke gerîlayan derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Di 11ê Gulana 1992yan de di encama şerekî bi hêzên dewletê re Tetwanê, li maleke ku lê dima jiyana xwe ji dest dide. Piştî şehadeta Hozan Mizgîn, Hozan Serhad bi strana “Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng” wê bi bîr tîne. Ji wê rojê ve heta îro, li çar aliyê Kurdistanê, navê Mizgînê li zarokên tê kirin. Hunermendên Kurd jî li ser mîrasa hunera şoreşgerî ya ku Hozan Mizgîn li pey xwe hiştiye, xebatên xwe didomînin.
‘Huner ji siyasetê kûrtir e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hunerê ne tenê wekî mijareke estetîk, lê wekî parçeyekî bingehîn ê “şoreşa civakî” û “avakirina mirovê azad”digire dest. Ocalan dibêje; “Huner amûra herî bi hêz e ku cewherê mirov derdixe holê. Ocalan hunerê wekî şêwazekî îfadekirina rastiyê dibîne ku ji zanist û siyasetê kûrtir e.
‘Huner çalakiya azadiyê ye’
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku huner, hest û ramanên ku bi gotinên asayî nayên îfadekirin, bi rengekî estetîk radixe ber çavan û vê yekê dibêje; “Hunermendên rastîn ew in ku dikarin êş, şahî û xewnên civakekê bikin malê dîrokê. Huner çalakiya azadiyê ye.”
‘Mirovê ku nikaribe biafirinê, nikare azad bibe’
Abdullah Ocalan şoreşgeriyê bi xwe wek huner pênase dike û vê yekê tîne ziman: “Huner, li dijî tarîtiya pergalê û koletiyê, ronahiya hişmendiyê ye. Heke hunerek nebe xizmetkarê azadiyê, ew huner nabe ‘huner’, dibe amûreke pergalê ya ji bo xapandinê. Şoreşgerî bi xwe hunereke mezin e; hunera avakirina jiyaneke nû ye. Divê her şoreşger xwedî ruh û şêwazekî hunerî be. Şoreşgeriya ku ji estetîk û hunerê dûr be, hişk dibe û nabe jiyanî.”
‘Kesayetiyeke kamil di rastiya xwe de şênber kiribû’
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Alî Haydar Kaytan ê ku di sala 1981an de Hozan Mizgînê dinase, di nirxandineke xwe de balê dikişîne ser kesayeta wê ya kamil û hunera wê û vê yekê tîne ziman: “Mizgîn beriya her tiştî jin, şoreşger û hunermendek bû. Nûnera serdema herî bi êş a dîroka jina Kurd bû. Mimkun e ku mirov wê wekî zanaya êşan jî pênase bike. Êşên ku jina Kurd dikişandin, zext û zilmên ku lê dihatin kirin û girêdayîbûna wê ya bi nirxên xwe, bi zayenda xwe û bi civaka xwe re, di kesayetiya xwe de bi rengekî pir bi hêz temsîl dikir. Beriya her tiştî şoreşgereke jin, hunermendek, milîtaneke partiyê û gerîlayek bû. Her sê taybetmendî jî di kesayetiya xwe de şênber dikirin. Wateya vê ew e ku kesayetiyeke kamil di rastiya xwe de şênber kiribû.”
‘Jina azad, şoreşgerî û hunermendî di kesayeta xwe de şênber kiribû’
Alî Haydar Kaytan di berdewama nirxandina xwe da li ser nêzikatiyên ku şoreşgerî û hunermendiyê ji hev qut digrin dest, zemîna têkoşînê atomîze dikin disekine û di şexsê Hozan Mizgînê de vê yekê dibêje: “Hinek bi rehetî dikarin vê bibêjin: ‘Şoreşgerî, hunermendî û gerîlatî tiştên cuda ne. Zemîna gerîlatiyê çiya ye, zemîna hunerê jî bajar e. Hevala Mizgîn bi rastî jî di zemîna xwe ya hunerî de nîşan da ku ev nêzikatî ne rast e. Eleqe nîşanî hemû qadên têkoşînê da û di her qadê de xebitî. Divê di her şoreşgerî/ê de aliyekî hunerî hebe. Di şoreşgeriyê de, hunerwerî şêwazek e. Di şoreşgeriya ku hunerwerî tê de tune be, nîşaneyên jiyanê gelekî qels in. Ji vî alî ve jî, hevala Mizgîn bi şêwaza xwe ya hunermenda şoreşger, yek ji kesayetên herî bi coş, herî rengîn û birûmet ên têkoşîna me ye. Ew kesayeteke hunermend a mînak bû ku jina azad, şoreşgerî û hunermendî di kesayeta xwe de şênber kiribû.”














