Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi AKPê re saetek û 50 deqîqe berdewam kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kiribû. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê bi şandeya AKPêre civiya.
Şandeya DEM Partiyê ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît pêk dihat. Şande, ji hêla Serokwekîlê Koma AKPê Abdullah Guler, Serokwekîla Koma AKPê Ozlem Zengîn û Serokwekîlê Giştî Efkan Ala û Berdevkê AKPê Omer Çelîk ve hat pêşwazîkirin.
Hevdîtina di navbera her du partiyan de saetek û 50 deqîqe berdewam kir. Piştî hevdîtinê, şandeya DEM Partiyê ji aliyê şandeya AKPê ve hat oxirkirin.