Bi sedan polîsan serê sibê bi ser mala Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPî Ekrem Îmamoglu de girtin. Wekîlê CHPê Gokhan Gunaydin li ser hesabê medya dîjîtal diyar kir ku Îmamoglu hatiye binçavkirin.
Polîsan serê sibê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu binçav kir. Wekîlê CHPê Gokhan Gunaydin li ser hesabê medya dijîtal agahî da û got: “Niha 20 maşîneyên tijî polîs bi ser konûta Ekrem Îmamoglu de girtine.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî diyar kir ku vîna 16 milyon welatiyên Stenbolê hatiye desteserkirin û niha bi sedan polîs li ber deriyê mala wî ne. Îmamoglu anî ziman ku ew bi zordestiyê re rû bi rû ye û got: “Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim.”
Duh dîplomaya Ekrem Îmamoglu hatibû betalkirin.