• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Ocalan: Şarê êzidî, resnayoxê heqîqetî yê tewr kehen o

    Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Ocalan: Şarê êzidî, resnayoxê heqîqetî yê tewr kehen o

    Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Kurd: Pêdivî bi tifaqa li dijî faşîzmê heye

Navenda Nûçeyan /AW

28 ADAR 2025 - 09:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
19emîn Konferansa Kurd di roja dawî de bi axaftinên endamên Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê berdewam kir. Beşdaran bal kişandin ser zêdebûna faşîzma li cîhanê, pêwîstiya avakirina tifaqeke navneteweyî anîn ziman.

Konferansa ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ a li Parlamenta Ewropayê (PE) ku cara 19’emîn tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Piştî bêhnvedana nîvro bi moderatoriya Arzû Yilmaz panela çaremîn bi sernavê “Di çarçoveya pêşketin û demokrasiyê de Yekîtiya Ewropa, Kurd û Tirkiye” dewam kir.

Di panelê de destpêkê Hevberdevka HDK’ê û parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş axivî. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku biryarên DMME’yê li Tirkiyeyê nayên pêkanîn. Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ji 27’ê Sibatê û vir ve nîqaşên aştî û çareseriyê ji nêz ve dişopînin û got, “Em dibêjin ji bo aştiyê divê rêyên diyalogê bên vekirin. Perspektîfa Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê gelekî vekirî û zelal e. Aştî û demokrasî ji hev nayên qutkirin. Ev pêvajoya ku di meha cotmehê de dest pê kir û bi Banga Sedsalê ya 27’ê Sibatê re gihîşt qonexekê. Aştî tenê bi têkoşîna hevpar pêkan e.”

Jonas Sjostedt: Eleqê nîşanî kurdan nadin

Ji Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt anî ziman ku bi salan e ji bo têkoşîna Kurdan têdikoşe. Sjostedt diyar kir ku eleqeya ji bo Ukraynayê tê nîşandan, ji bo Filistîn û Kurdan nayê nîşandan û wiha got: “Ji bo her kes karibe bi ziman û ola bijî, demokrasî ferz e. Melayên li Îranê, Erdogan ê li Enqereyê û îslamîstên li Sûriyeyê naxwazin sîstema Kurdan ji bo hemû gelan pêk were.Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo her kesî demokrasiyê dixwazin. Ez difikirim ku ev girîng e. Li Tirkiyeyê CHP bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû ye. Îmamoglû hevrikê sereke bû û ji aliyê Erdogan ve hat girtin. Niha li bajarên Tirkiyeyê gel daketine kolanan. Lê diviyabû CHP li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng nebûba. Bi piştgiriya CHP’ê parlamenteriya HDP’iyan hat rakirin. Dema ku hûn hilbijêrên xwe diparêzin, divê hûn mafên dengdêrên din jî biparêzin. Tirkiye di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Tirkiye ji bo wan nîv demokrasî û nîv dîktatorî bû. Niha Tirkiye eşkere ber bi dîktatoriyê ve diçe. Tiştê ku Trump li Emerîkayê dike û Pûtîn jî li Rûsyayê dike, Erdogan jî heman tiştî dike. Li dijî vê divê em li her qadê têbikoşin û em ê bi ser bikevin.”

Evîn Încîr: Axaftina faşîzme tê kirin

Ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Evîn Încîr anî ziman ku rastgirên tundrew û kevneperest hêza xwe kirine yek û li Parlamentoya Ewropayê de piraniya dengan bi dest xistin. Încîr destnîşan kir ku niha li Parlamentoya Ewropayê axaftinên faşîst û nîjadperestî tên kirin û wiha dewam kir: “Li PE’yê tevgerên rastgir xurtir bûne. Rastgirên tundrew li seranserê Ewropayê zêde dibin. Lê li aliyê din çend meh berê li Emerîkayê hilbijartin çêbû û serokekî dijdemokratîk hat ser kar. Li DYE’yê jî demokrasiya xwe binpê dike. Trump fikrên bingehîn ên ku heta niha hatine qebûlkirin, bin pê dike.”

Ji Partiya Çep a Danîmarkayê Per Klausen jî diyar kir ku divê bi Kurdan re di nava hevgirtinê de bin û divê xwedî li diyarkirina çarenûsa wan were derketin.

Ji Partiya Çep a Fînlandiyayê Lî Anderson anî ziman ku di pêvajoyeke girîng a dîrokî re derbas dibin û di vê pêvajoyê de rastgirên tundrew bi hêz dibe û wiha domand: “Niha em dikevin serdemek nû. Dema ku mijar tê ser siyaseta cîhanî, hatina Trump li DYE’yê ji bo Kurdan, Filistîniyan, Ukrayniyan û gelên din neyînî tê dîtin. Dema ku Trump û Pûtin bi hev re tevdigerin cesaretê didin Netanyahû. Ev rewş cesaretê dide Erdogan. Divê em li hemberî vê yekê tifaqa navneteweyî wêdetir ava bikin. Divê em li dijî wan têbikoşin.”

Ji Partiya Çep a Fransayê Leyla Chaibi di dawiya panelê de axivî û destnîşan kir ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi hevgirtinê heye. Leyla Chaibi anî ziman ku dema ew li cem Kurdan be xwe weke mala xwe hîs dike û wiha domand: “Em ji bo Kurdan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Banga Birêz Ocalan şoreşeke demokratîk, aştiyane vedibêje. Me banga Ocalan bi vî awayî fêm kir. Berdana çekan wê rê li ber aştiyê veke. Di heman demê de wê hesreta gelê Kurd pêk bîne. Êdî Erdogan bi hincetên berê wê nikaribe êrîşî Kurdan bike. Divê em têkoşîna xwe bidomînin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

1 ÎLON 2025
Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

1 ÎLON 2025
Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Bila 1ê Îlonê bibe destpêka yekîtiyê

1 ÎLON 2025
Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

1 ÎLON 2025
DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

1 ÎLON 2025
Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

1 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (13)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne