Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer 2 sal piştî wezîfeya xwe ji lîderiya Partiya Karker (Labour) û serokwzîriyê îstifa kir.
Keir Starmer daxuyaniyek da û anî ziman ku wî biryar wergirtiye ku ji lîderiya Partiya Karker cuda bibe. Starmer diyar kir ku serê sibehê bi Charles ê 3yemîn re hevdîtin kir û biryara xwe jê re ragihand.
Starmer ji rêveberiya partiyê xwest, ku teqwîma pêşbirka lîderiya nû diyar bike û anî ziman ku serlêdanên ji bo namzetiyê wê 9ê Tîrmehê destpê bike û ev pêvajo beriya parlament bikeve bêhndana havînê wê temam bibe. Bi vî rengî tê payin ku lîderê nû meha Îlonê beriya vebûna parlamentê dest bi wezîfeyê bike.
Soza piştgiriyê ji bo lîderê nû
Starmer ragihand ku ji bo pêvajoya destberdana ji wezîfeyê bi rêk û pêk bi cih bê wê bixebite û diyar kir ku wê piştgiriya tam bide serokwezîrê piştî wî.
Starmer diyar kir ku Îngilistan li gorî 2 sal berê welatekî hîn xurt û adil e û ji ber wezîfeya wan spasiya hevalên xwe yên kar, personelên hikumetê û wezîfedarên cemaweriyê kir.
Tekçûna di hilbijartina xwecihî de lez da pêvajoyê
Zexta li ser Starmer piştî windahiya giran a Partiya Karker a li hilbijartinên xwecihî ya meha Gulanê zêde bûbû. Di hilbijartinan de Reform UK a rastgiriya tund a bi pêşengiya Nigel Farage serketineke girîng bi dest xistibû.
Di nava Partiya Karker de herî kêm 72 wekîlan ji Starmer xwest ku ji wezîfeya xwe îstifa bike yan jî teqwîmekê diyar bike. Hate ragihandin ku hin wezîran îstifa kirin û zexta li ser lîder zêde kir.
Andy Brhnham weke favorî tê nîşandan
Piştî Starmer, tê gotin ku namzetê herî xurt ê ji bo lîderiya partiyê û Serokwezîrtiyê Andy Burnham e.
Burnham ku ji sala 2017an û vir ve wezîfeya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Manchesterê dike, di hilbijartinên çend roj berê de ji herêma Makerfieldê weke palamenter hate hilbijartin.
Burnham ku weke “Qralê Bakur” tê pênasekirin, di kampanya hilbijartinê de gotibû ku dixwaze Partiya Karker û welêt biguherîne.
Burnham ku beriya niha di salên 2010 û 2015an de ji bo lîderiya Partiya Karker li ber xwe da, li gorî lêkolînên li nava raya giştî weke yek ji siyasetmedarên herî populer ên welêt tê dîtin.











