• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Edvard Munch û Qêrîn: “Qêrîna Giyanekê”

Welat Ayaz

31 ADAR 2025 - 11:05
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Tabloya Munch a bi nave “Qêrîn” ji bilî xebatek hunerî, ew di destpêka sedsala 20an de bûye sembola hestê. Ev tablo ku yek ji temsîlên herî girîng ê tevgera ekspresyonîst e, bi şiklê xwe yê herî paqij û rasterast, dilgiraniya cîhana hundirîn a mirov nîşan dide.

Di dîroka hunerê de hin tablo ji karên dîtbarî wêdetir diçin û dibin vegotinên bi hêz ku digihêjin kûrahiya giyanê mirovan. Şahesaziya Edvard Munch “The Scream” ango “Qêrîn” tam vê bandore diafirîne. Ev berhema ku xem, tirsên hebûnî û tenêtiya mirovê nûjen bi şiklê xwe yê herî pak radixe ber çavan, di dîroka hunerê de bûye yek ji wêneyên herî berbiçav.

Edvard Munch: Jiyanek bermahiya trawmayan

Edvard Munch di sala 1863an de li Norwêcê ji dayik bû. Ew hîna 5 salî bû, dayik û xwişka wî ji ber nexweşiya tuberkulozê jiyana xwe ji dest dan. Di temenek biçûk de veqetîna ji dê, di jiyana hunermend de şopên kûr hiştin. Helwesta bavê wî ya olperest û zordar jî yek ji faktorên girîng bû ku cîhana wî ya giyanî bi teşe kir. Lê bandora herî girîng a li ser hunera Munch, bê şik ev paşeroja trajîk bû. Rastiya ku ew gelek caran di tabloyên xwe de mijarên mîna mirin, tirs, melankolî û fikaran nîşan daye, dikare wekî bahozên cîhana wî ya hundurîn were şîrovekirin.

Qêrîn: Zimanê gerdûnî yê tirsê

Hunermend tabloya navdar ‘Qêrîn’ê, di sala 1893an de temam kir. Qêrîn, ne tenê xebata herî naskirî ya Munch e. Ew di heman demê de yek ji îfadeyên herî hêzdar ên hunera nûjen e. Hunermend îlhama tabloya xwe ji bîranîneke xwe ya sala 1892an girtiye. Munch di rojnivîska xwe de vê kêliyê wiha vedibêje: “Roj ava bû, ezman mina xwînê sor bû. Min xwe westiyayî hîs kir. Li ser pirekê rûniştim û min li der û dora xwe nihêrî. Du hevalên min li ber min dimeşiyan. Dema min li ewrên sor ên xwînî yên di ser bajar û fjordê re derbas dibûn mêze dikir, tirsek mezin di hundirê xwe de hîs kir. Min qêrînek bêdawî bihîst ku ji xwezayê dihat.”

Ev gotin, tirsa hebûnê ya ku ji hêla tabloyê ve tê hîskirin radixe pêş çavan. Di tabloyê de figurê/a ku destên xwe daniye ser herdu aliyên ruyê xwe û li ber esmanekî gemar û tirsnak diqîre, tevliheviya cîhana hundirîn a mirovan temsîl dike. Di tabloyê de, tirsa li ser rûyê fîgurî/ê bûye qêrîn; mîna ku bi qêrîna xwezayê re tevlihev be.

Cihê qêrîn di dîroka hunerê de

Tabloya Munch a bi nave “Qêrîn” ji bilî xebatek hunerî, ew di destpêka sedsala 20an de bûye sembola hestê. Ev tablo ku yek ji temsîlên herî girîng ê tevgera ekspresyonîst e, bi şiklê xwe yê herî paqij û rasterast, dilgiraniya cîhana hundirîn a mirov nîşan dide. Rastiya figure/î ku di tabloyê de bê cinsiyet û bê nasname ye, nîşan dide ku ew ne tenê ezmûna şexsî ya Munch e, lê di heman demê de temsîla tirsên hevpar ên tevahiya mirovahiyê ye.
Vê berhemê bandoreke mezin li çanda gelêrî kiriye, bêhejmar car hatiye şîrovekirin û ji sînemayê heta reklamê di gelek waran de hatiye referanskirin. Lêbelê, Qêrîn hebûna xwe didomîne; berî her tiştî, wekî karek hunerî ya ku qêrîna herî kûr a giyanê mirovî radigihîne. Edvard Munch di tevahiya jiyana xwe de êşên psîkolojîk kişand, lê bi hunerê van êşan nemir kir. Qêrîn belkî destkeftiya wî ya herî mezin e; ji ber ku heya cîhan bizivire, wê fikar û tirsên di nav mirovan de berdewam bin.

Etîket: 4ê Nîsanê.PAJK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

13 SIBAT 2026
Bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz kirin

Bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz kirin

30 NÎSAN 2025
ROJEVA 04ê NÎSANA 2025an

ROJEVA 04ê NÎSANA 2025an

4 NÎSAN 2025
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Birêz Ocalan denge aştiyê bilind dike lê dewlet bêdeng e

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Birêz Ocalan denge aştiyê bilind dike lê dewlet bêdeng e

4 NÎSAN 2025
Gel bi têkoşînê astengiyan derbas dike

Gel bi têkoşînê astengiyan derbas dike

3 NÎSAN 2025
Dayikan ji bo 4ê Nîsanê şitil çandin

Dayikan ji bo 4ê Nîsanê şitil çandin

1 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Emê ji bo Kurdî bi Şamê re civînên nû çêkin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (788)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne