• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Devlet Bahçelî qala ‘reforma berfireh’ kir

Navenda Nûçeyan /AW

31 ADAR 2025 - 11:45
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Serokê Giştî MHPê Devlet Bahçelî têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinên nû kir û got: “Bi reformên berfireh divê em yekîtiya xwe ya mîlî hîn xurt bikin, edalet û wekhevî divê esas be.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji rojnameya Turkgun re axivî û got: “Piştî banga 27ê Sibatê milet di nava bendewariyeke bi hêvî de ye. Di destê me de ye ku em vê hêviyê neşikîne û veguherînin kêfxweşiyê. Tirkiyeya bê teror wê bibe Tirkiyeyeke welê ku demokrasî lê hîn xurt e. Di demekê de ku sîstemeke nû ya cîhanê ava dibe, mirov dikare vê pêşketinê ji bo Tirkiyeyê bikin firsendek.”

Dewlet Bahçelî anî ziman ku ev pêvajo dê ji bo afirandina jiyaneke civakî û siyasî ya nû ya aştiyane ya Tirkiyeyê bibe wesîle û ev nirxandin kir: “Guherînên mezin li gel firsendan, xwedî rîsk in. Ji ber vê yekê gelek dînamîk divê bi baldarî bêne birêvebirin. Beriya her tiştî weke ku di banga Îmraliyê de hate kirin divê destpêkê çek bêne danîn, PKK kongreya xwe bi lez kom bike, biryara tasfiyekirina hemû pêkhateyên PKKê bikeve meriyetê. Bi reformên berfireh divê em yekîtiya xwe ya mîlî hîn xurt bikin, edalet û wekhevî jî divê esas be.”

Bahçelî got, “Bi destûreke bingehîn a mîlî û berfireh bermahiyên darbeyê dikarin ji holê bêne rakirin” û wiha lê zêde kir: “Ya girîng ew e ku avaniyeke welê bê avakirin ku her kes xwe di nav de bibîne. Lewma di pêvajoya Tirkiyeya dûrî ji terorê de em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi feraseta ‘Beriya her tiştî Tirkiye’ û ‘Her kes dibe Tirkiye’ di yekîtî û biratiyê de bigihêjin hev, paşerojeke pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

22 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

22 HEZÎRAN 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

22 HEZÎRAN 2026
Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

22 HEZÎRAN 2026
Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

22 HEZÎRAN 2026
Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

22 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (619)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne