Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.