Kanala Agaçkakan Tv You Tube dê li Çand Amedê bi hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê re bernameya “Tu jî bipirse” li dar bixe. Welatî dê bipirsin û hevşaredar jî dê pirsan bibersivînin.
Kanala Agaçkakan Tv You Tube saet di 12.00an ê 10ê Nîsanê de li Çand Amedê bi Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê re bernameyekê çêdike. Bernameya şaredaran dê ji gel û her kesî re vekirî be. Welatî û rojnamegerên beşdarî bernameyê bibin dê karibin pirsên xwe bipirsin. Hevşaredarên tev li bernameyê bibin jî dê bibersivînin. Di bernameyê de dê welatî û rojnameger bipirsin û hevşaredar jî pirsan bibersivînin.