Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz ji ber enfeksiyona kezebê rakirin nexweşxaneyê.
Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz di êrişa 17ê Hezîrana 2021an a li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû kuştin, ji ber enfeksiyona kezebê rakirin nexweşxaneyê. Fehîme Poyraz mehek berê emeliyatên kezeb û pankreasê bûbû û piştî enfeksiyonê girtî dîsa rakirin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku tedawiya Poyraz a li Beşa Lênihêrîna Awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyakayê didome.