• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora xwe ya salekê parve kir

Amed / AW

15 NÎSAN 2025 - 12:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora têkildarî xebata salekê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Di raporê de hat gotin her çiqas qeyûm şaredariyê di bin deynan de hiştibe jî lê tevî zor, zehmetî û astengiyan jî wan ji bo xelkê xwe xizmetê kiriye û li cihê ku lê mane bi hev re dê her tiştî ava bikin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi boneya salek kar û xebata ku kirin e û ji bo vê binirxînin li mekanek navçeya Sûrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek rojnameger beşdarî civînê bûn û pirsan ji hevşaredaran kirin. Her wiha beriya civîn dest pê bike taştê jî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun axivîn û bersiva pirsên rojnamegeran dan. Rapora ku xebatên salekî yên şaredariyê rave dike, bi raya giştî re hat parvekirin.

Rapora bi sernavê “JI CIHÊ KU EM LÊ MANE EM BI HEV RE AVA DIKIN” wiha ye:

“Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê 2024an de, me bi piştgiriya %65 a gelê Amedê 8ê Nîsana 2024an erênameyên xwe girtin û me mil dan hev da ku sozên ku me berî hilbijartinan dabûn gelê, xwe bi cih bînin.

Îro, em ê wêrankariyên qeyûman a 8 salan û astengên bûrokratîk ku piştî hilbijartinan bi Giştînameya Tedbîrên Kêmkirina Mesrefan a Serokomariyê ku destê me girê daye, nexin rojeva xwe.

Bêyî ku em tu mahne û sedemê pêşkêş bikin, em ê tiştên ku me di salekê de kirine, yên ku me nikariye bikin û tiştên ku em ê di pêşerojê de bikin bi we re parve bikin.

Wekî şaredariya 12emîn a bajarê mezin a Tirkiyeyê, bi bûdceya me ya 16 milyar TL ji bo sala 2025an, em li ser 15 hezar 272 kîlometreçargoşe qada xizmetê ku 17 navçe û hezar û 47 tax dihewîne, bi 4 hezar û 150 karmendî xizmetê pêşkêşî milyonek û 843 hezar û 871 welatiyên xwe dikin.

Her çiqas li gorî serjimara nifûsê em şaredariya 12emîn a bajarê mezin bin jî, ji aliyê rûbera erdê ve em di rêza 10emîn de ne. Çima em vê dibêjin? Ji ber ku bûdceya ku ji Banka Bajaran ji bo şaredariyan tê veqetandin, li gorî rêjeya nifûsê tê hesabkirin. Lê belê rêveberiyên herêmî, di gel rêjeya nifûsê, di xizmet û projedanînên xwe de rûbera erdê jî esas digirin.

Bi gotineke din, Kocaelî ku nifûsa wê 2 milyon û 130 hezar e, bi para ku ji Banka Bajaran distîne xizmetên bingesazî û seresaziyê pêşkêşî qada 3 hezar û 397 metreçargoşe dike, em bi nifûsa milyonek û 843 hezar û 871 kesî, bi para kêmtir, xizmetê dibin qadeke 15 hezar û 272 kîlometreçargoşe.

Wek mînak, xeta şebekeya avê ya vexwarinê, xeta kanalîzasyonê û rêyên ku li bajêrê me kêm in, ji qada xizmeta Kocaeliyê gelek zêdetir in.

Ancax ji bo me prensîba bingehîn, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a partiya me ye.

Bi tevgera li gorî van prensîban, em ji roja ku em hatin hilbijartin û pê ve bi hişmendiya pêşkêşkirina xizmeteke wekhev, dadmend û gihîştbar ji her takekesî re xebitîn. Em tu carî ji polîtîkayeke zelal û beşdarîdar a demokratîk a ku li ser agahiya pêbawer, şefafiyeta malî û hesabdayînê disekine, destberdar nebûn.

“Wek karê ewil, di çarçoveya Plana me ya Stratejîk a ku me bi awayekî berfireh û hûrgilî amade kiriye de, me kombûnên koman ên fokusê û nîqaşên berfireh bi rêxistinên civaka sivîl re li ser her mijarê têkildarî bajêr li dar xistin.
Di vê pêvajoyê de, me dawetname ji 1046 muxtarên taxan re şandin û dîtin û pêşniyarên wan girtin. Bi anketa ‘Bandora Xizmetan Li Ser Civakê’ me serî li ramanên 2 hezar û 300 hemşehriyên xwe dan, bi piştevanên xwe yên hundirîn û derve re anket li dar xistin û bi daneyên ku me bi dest xistin, me armancên pîvanbar û berdewambar diyar kirin.

Baş e, me çi çawa kir? Me salek xwe çawa nirxand, me bûdceya xwe çawa dabeş kir?

Me bi mirov wekî subjeyê girtinê, bi hesabkirina eko-sîstemê, xebatên ku wê mafê her zindiyekî biparêzin meşandin. Me stratejiyeke rêveberiyê ya ku newekhevîyê, cudakarîyan, astengî, xizanî, bêkarî, stargehî, tenduristî û perwerdehiyê li ber çav digire, şopand.

Di vê çarçoveyê de, li gorî qeydên muhasebe û bûdceyê (Tabloya Malî) yên bi tarîxa 31.12.2023an, hejmara giştî ya deynên kurteroj û dirêjroj ên dezgeha me wek 3 milyar û 73 milyon û 996 hezar û 173 TL hatiye diyarkirin.

Me bara deynî kêm kir: Ji bo çareserkirina rewşa neyînî ya ku ji aliyê malî ve pêk hatiye, bi saya polîtîkayên malî yên ku me pêk anîn, me stoka deynê xwe (li gorî bilançoya bi tarîxa 28.03.2025an) daxist 1 milyar û 883 milyon û 206 hezar û 763 TL’yê. Ev tê wateya kêmbûneke 1 milyar û 190 milyon û 789 hezar û 410 TL ji deynê giştî yê dezgehê. Digel vê jî, hin rexne bi şêweya ‘Ma ji we re ma ku hûn deynê qeyûman bidin?’ tên kirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku çêbûna barên deynên mezin, dibe sedema pirsgirêkên cidî ku wekheviyên bûdceyê xerab dikin û astengî li ber armancên mezinbûna stratejîk a dezgehê çêdikin.

Me di wekheviya zayendiya civakî de ferq çêkir: Bûdceya 21 milyon û 835 hezar TL ku di 2024an de ji bo Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê hatibû veqetandin, îsal me sê qat zêde kir û derxist 72 milyon û 450 hezar TL.
Em ji bo bajarekî gihîştbar xebitîn: Bi avakirina Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, cara yekem bûdceyeke 77 milyon û 350 hezar TL ji bo xebatên vê qadê hat veqetandin.

Em ciwanan girîng dibînin: Ji bo piştgiriya pêşveçûna fîzîkî, çandî û civakî ya ciwanan, me çalakiyên cûrbicûr ên ciwan û sporê li dar xistin. Hûn dikarin xwe bigihînin hûrgiliyên çalakiyan di raporên Serokatiya Daîreyê de.

Em ne tenê wek zarok nêzî zarokan bûn, lê wek takekes nêzîk wan bûn: Di gel Festîvalên Zarokan, Programên Kontrola Tenduristiya Zarokan, Piştgiriya Psîko-Civakî, Pirtûkxaneyên Zarokan û pirtûkan, me hewcedariyên perwerde û lênêrîna zarokên malbatên ku dahatê wan kêm e jî peyda kirin.

Me pêşîne da têkoşîna li dijî xizaniyê: Li bajarê me ku xizanî, hejarî û bêkarî belav e, me girîngiyeke mezin da bûdceya ku ji bo alîkariyên civakî tê veqetandin. Di vê çarçoveyê de, me bûdceya alîkariya civakî ya ku di 2024an de 223 milyon û 150 hezar TL bû, di 2025an de nêzîkî du qat zêde kir û derxist 441 milyon û 50 hezar TL. Her wiha, me lîsteyên alîkariya civakî yên ku di serdema qeyûman de bi awayekî neheq û bêdadî hatibûn çêkirin, nû kirin û pereyê gel gihand wan kesên ku bi rastî hewceyê wê ne. Em bawer dikin ku ev proje û pêkanîn ne tenê ji aliyê aborî ve, her wiha ji aliyê aştiya civakî ve jî xwedî girîngiyeke mezin in.

Me gepa nanê xwe parve kir, em bi hev re mezin bûn: Ji bo ku gelê me yê ku roj bi roj xizan dibe bikaribe bi bihayên guncav xwarinê bixwe û bigihêje xwarineke saxlem û hevseng, me 3 Xwaringehên Gel vekirin. Tenê li hemberî 70 TL me 4 cure xwarin pêşkêş kirin û em gihîştin 300 hezar kesan. Em biryardar in ku têkoşîna xwe bi Kargeha Nanê Gel berdewam bikin.

Me tenduristiya gel parast: Bi taybetî ji bo jin û kesên kêmdahat, me bi armanca ku her kes bikaribe bi hêsanî bigihêje xizmetên tenduristiyê, bi tevahî bi Şaredariya Baxlarê re Navenda Tenduristiyê ava kir. Her wiha, ji bo xurtkirina xizmetên di qada tenduristiyê de, bûdceya tenduristiyê ya 199 milyon û 500 hezar TL a 2024an, nêzîkî du qat hat zêdekirin û bû 327 milyon û 950 hezar TL.

Em jiyan, zindî û xwezayê diparêzin: Me girîngiyeke mezin da xizmetên agirkujiyê ku qada xizmeteke jiyînê ye. Di demên dawî de li bajarê me, bi taybetî di bûyerên ku ji telên elektrîkê û şewatên kayê çêdibin de, hatiye dîtin ku dezgeha agirkujiyê ya heyî têr nake. Ji ber vê sedemê, ji bo xurtkirina kapasîteya dezgehî ya rêxistina me ya agirkujiyê, me bûdceya sala 2024an ji 42 milyon û 525 hezar TL nêzîkî 10 qat zêde kir û derxist 406 milyon û 600 hezar TL.

Em ji bo veguhastina ewle û rêwîtiya rehet a ku tê heqkirin xebitîn: Ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhastina bajêr a ku demeke dirêj e hatiye ihmalkirin û her ku diçe mezin dibe, 49 otobusên nû ji bo fîloya me ya otobusên heyî hatin kirîn û deynên wan qediya. Her wiha, em gihîştine dawiya xebatên ku me ji bo destpêkirina avakirina Projeyê me ya Pergala Rêya Hesinî ya Sivik ku wê veguhastina bajêr bi qasekî mezin rehet bike, meşandine.

Me rûyê bajêr guherand: Bi berçavgirtina tehdîdên hawîrdorê wek guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyên avê, bi armanca baştirkirina tenduristiya gel û dewlemendkirina jiyana civakî, me li bajarê xwe projeyine li qadên hêşîn ên nû ku mirov dikarin lê bileyizin, bihewin û demeke xweş derbas bikin, kir. Ji ber vê sedemê, bûdceya Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a ku di 2024’an de 567 milyon û 350 hezar TL bû, di 2025an de bû 735 milyon û 950 hezar TL.

Me hevsengiya ekolojîk li ber çav girt: Dezgeha me ya ku armanca avakirina qadên jiyanê yên berdewam bêyî zirardayîna xwezayê, bi parastina çavkaniyên xwezayî û piştgiriya ekosîstemê heye; bi projeyên dostên zindiyan, hem di asta takekesî hem jî di ya civakî de armanca kêmkirina bandorên hawîrdorê heye. Ji bo ku ev têgihiştina me bibe beşek ji xizmetên dezgehê, bûdceya 288 milyon TL a ku di 2024an de hatiye xerckirin, di 2025an de hat bilindkirin bo 366 milyon û 135 hezar TL.

Me stêla di navbera gundan û bajêr de kêm kir: Me bi projeyên curbecur ên ku me ji bo piştgirîdana pêşketina aborî û civakî ya li herêmên gundî dane destpêkirin, hewl da ku kalîteya jiyanê li herêmên gundî bilind bikin û pêşketina gelê herêmî teşwîq bikin. Me ji malbatên ku bi cotkarî û xwedîkirina heywanan re mijûl dibin re piştgiriyên curbecur pêşkêş kirin. Em berdewam dikin ku pêşengiyê bidin xebatên komûn û kooperatîfan.

Em bawer dikin ku heke polîtîkayên ku ji bo aştiyê li Tirkiyeyê tên meşandin bi ser bikevin, ev ê bibe bingeha serkeftinên mezintir, edaleta civakî, wekhevî, pêşketin û parvekirinê.

Em kêfxweş in ku em dikarin hûrgiliyên hemû xizmet û pjoyesaziyên ku me derpêş kirine, yeko yeko bi we re parve bikin.

Bi vê wesîleyê, ez dixwazim bibêjim ku em ji bo her tiştê ku di sala borî de kêm maye an jî nehatiye kirin, ji rexneyan re vekirî ne. Spas ji bo we li me guhdarî kir û eleqeya ku we nîşan daye.”

 

Etîket: Dogan HatûnSaredariya Bajare Mezin a AmedeSerra Bucak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

4 ADAR 2026
Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

28 SIBAT 2026

Li Amedê dê ‘Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê’ bê lidarxistin

23 SIBAT 2026
Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

23 SIBAT 2026
Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

21 SIBAT 2026
Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

19 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (165)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne