Amed – Şanoger û beşdarên 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê diyar kirin ku şanoyên 17 welatan tên ba hev û ev pirzimanî û pirçandî ye û şanoyên cîhanê jî di şûna şer de aştî û diyalogê dixwazin û armanca festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye.
11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de bi dirûşma “Diyalog ji bo Aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi bernameya vekirinê dest pê kir. Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Grubên şanoyê ji 17 welatan hatine Amedê li hev civiyane û dê lîstikên şanoyê nîşan bidin.
Şanoger, nivîskar û kesên ku li çar parçeyên welat tev li festîvalê bûne li ser girîngî û wateya festîvala û Şanoya Kurdî û navneteweyî ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Xwebûna şanoyê jî şanoya Kurdî xurt dike’
Şanoger Yavuz Akkuzu da zanîn ku ev deh sal in festîvala şanoyê li Amedê li dar dixin û wiha got: “Me îsal xwest piştî deh salan wek formekî nû em bidin festîvalê ku bila ‘navneteweyî’ be. Demekê ez li Almanyayê jiyam, li wir bi ITI (Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî) re me peywendî çêkir, me civîn çêkir. Me got em dixwazin festîvaleke navneteweyî li Amedê çêkin û em dikarin çawa bi hev re bimeşînin. Wan jî got: ‘Li hemberî şer, li Afrîkayê me festîvalek çêkir’, me jî got em tiştekî wisa dixwazin, bila bibe wesîleya aştiyê û ji bo vê axê watedartir be. Şano zindî ye, hewcedarî bi temaşevanan heye. Mirov dixwazin werin cem hev, tiştekî temaşe bikin, bi hev re êşekê bikişînin an jî bi hev re hinekî bikenin. Mirov hewcedarê vê tiştê ye. Civaka Kurd jî ji ber ku civakeke girêdayî hev e, wekî Ewropayê ne takekesî (ferdî) ye, civakeke kolektîf e. Ji ber wê şano di nav Kurdan de xweş cihê xwe digire û ew xwebûna şanoyê jî şanoya Kurdî xurt dike.”
‘Bi hêviya festîvalên serkeftî’
Rizgar Heme Rauf yek ji muzîsyênekî Kurd e ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî şanoya navneteweyî dibe. Rizgar Heme Rauf jî da zanîn ku ew weke hunermendekî vê festîvalê pir girîng dibîne û got: “Diyare girîngiyekî zorî heye ku ew ‘navneteweyî’ ye, hemû şanogerên Kurd li vir kom bûne û neteweyên din jî hatine vir. Em zor xweşhal bûn ku em di 11emîn Festîvala Amedê de beşdar bûn. Ciwaniyekî zor taybete me Amedê dît. Bi hêvaya festîvaleke serkeftî. Em jî bi berhemekî şanoyî beşdarî vê festîvalê bûn.”
‘Em ji bo çand û dîroka Amedê jî hatine’
Diyar Feyzullah jî ji devera Çemçemal a Başûrê Kurdistanê beşdarî şanoyê bû û wê jî hestên xwe wiha anî ziman: “Em gelekî kêfxweş in îro li Amedê ne. Em bi çavê xwe hatine dîtina vê festîvalê. Em hêvî dikin şanoyeke baş pêşkêş bikin û hemû xelkê Amedê jê razî bibin. Cara yekem e û gelekî kêfxweş im, xelkê Amedê taybet in. Em ne tenê ji bo şanoyê, em ji bo çand û dîroka Amedê jî hatine. Şano ne tenê ji bo gelê Kurd e, şano tevgereke cîhanî ye. Kurd dikarin bi rêya şanoyê dîroka xwe, halê xwe û civaka xwe ji hemû alemê re îfade bikin.”
‘Her festîvelek ji bo hunera Kurdî gavek e’
Wênegir Mehmet Masum Suer jî ji sala 2010an ve festîvala şanoyê ya li Amedê dişopîne û wêneyên festîval digire. Masum Suer diyar kir ku her kelecana vê festîvalê cuda ye û wiha bi lêv kir: “Ji bo hunera Kurdî geşbûna van festîvalan pir girîng e, huner pê geş dibe, germ dibe û pêş ve diçe. Her festîvalek gavek ber bi pêş ve ye ji bo hunera Kurdî.”
‘Armanca van mêvanan hemûyan yek e: Aştî, biratî û wekhevî’
Seroka Daireya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî li ser mazuvaniya vê festîvalê û nêrînên xwe wiha parve kir: “Bêguman em îro gelekî bi kelecan in. Berî her tiştî kêfxweşiya me ya herî mezin ew e ku ji heft parzemînên cîhanê mêvanên me hene. Armanca van mêvanan hemûyan yek e: Aştî, biratî û wekheviya hemû gelên dinyayê. Şano ew lîstik e ku ji kûrahiya dilê gel derdikeve û bi her kesî re zindî tê parvekirin. Şano xizmeta wê yekê dike ku hunerê digihîne ber gel û gel jî bi hunerê xwe nas dike. Zimanê şanoyê, zimanê hunerê yek e; li kû derê bî dikarî bi wî zimanî xwe îfade bikî.”
‘Girîngiya vê festîvalê ew e ku em li dijî şer in’
Şanoger Nazmî Karaman anî ziman ku bernameyek têr e tijî li pêşiya wan heye û wiha got: “Bernameyeke me ya tije heye. Girîngiya vê festîvalê ew e ku em li dijî şerin û ji bo aştiyê diyalogeke baş çêbikin. Cara yekem e festîvaleke navneteweyî bi vî rengî çêdibe, ji bo me coşeke mezin e.”
‘Şano di nav civakê de bi roleke pir mezin radibe’
Nivîskar Perwîz Cîhanî jî yek ji nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye ew jî wek temaşevan tev li vê festîvalê bûye û dibêje: “Ev festîval bi navê ‘Aştî’ dest pê dike. Gelek kes dibêjin şano sînorê navbera edebiyat û siyasetê ye. Barekî giran li ser milê şanogeran e; divê hem di edebiyatê de zimanê wan dewlemend be, hem jî di nav hunera xwe de hişyariyeke civakî û siyasî bidin. Mixabin li Rojhilata Navîn şano wekî pêwîst pêş neketibû, lê ev 10 salên dawî, bi taybetî li Kurdistana Bakur bi Kurdî, şano roleke pir mezin di nav civakê de dileyize.”

‘Em hêvî dikin şanoya Kurdî pêş bikeve’
Şanoger Leyla Batgî jî anî ziman ku ev festîval bi taybetiya xwe ya navneteweyî xwe nîşan dide û wiha axivî: “11emîn festîvala me ya şanoyê bi rastî jî taybet e, navneteweyî ye û ji bo aştiyê ye. Li her derê dinyayê yê ku di bin zilmê de ne, me ew kirine mêvan û deriyê Amedê ji wan re vekir. Şano ne tenê bi zimanê Kurdî be, Şanoya Kurdî’ çêbibe, yanî bi her awayî û bi her zimanî xizmeta Kurdewariyê bike.”














