Maçên Lîga 1emîn a Trendyolê di hefteya fînalê de ye. Maç bi dawî dibin. Yek ji encamên herî zêde ku tê meraqkirin jî ya Amedsporê û Igdirsporê ye. Ji bo ku Amedspor derkeve Lîga Superê, ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye. Heke Amedspor bi ser bikeve, dê derbasî Lîga Superê bibe.
Tîma Amedsporê hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê 2yê Gulanê roja Şemiyê dibe mêvanê Igdirsporê. Ev hefte ji bo Amedsporê hefteya man û nemanê ye. 90 deqîqeyên li pêşiya Amedsporê hem deriyê mizgîniyê lê vedike hem jî deriyê çûna nav Lîga Super dikare bigire. Hefteya herî krîtîk a ji bo Amedsporê ev hefte ye. Heke ku Amedspor, Igdirsporê têk bibe dê ji Play-Offê re nemîne û rasterast biçe Lîga Superê.
Helbet rewşek krîtîk û girîng li pêşiya Amedsporê heye. Çimkî puanê Amedsporê û Esenler Eroksporê heman e. Her du tîm jî xwedî 73 puanan e.
Girîngiya pêşbaziya Amedsporê û Igdirsporê
Heke Amedspor li hemberî Igidrsporê bi ser bikeve û Erokspor jî li hemberî Pendîksporê têk biçe, jixwe bi awayek otomatîk Amedspor derbasî Lîga Superê dibe. Eger ku her du tîm jî wekhev bimînin dê vê carê TFF avantaja averaja du alî ango bi tirkî jê re dibêjin, “İkili averaj” bixe dewrê û wê Amedspor rasterast bi tevî Erzurumsporê ve biçe Lîga Superê.
Lê ger ku Amedspor li hemberî Igdirsporê bi ser nekeve û Erokspor li hemberî Pendîksporê bi ser bikeve dê Amedspor ji Play-Offê re bimîne û dê bi fînalîstê Play-Offê re bê hemberî hev.
Her çiqas avantaja Amedsporê ku derbasî Lîga Superê bibe hebe jî lê ewqas rîska wê jî heye. Rêveberiya Amedsporê û heyeta wê ya teknîkê û lîstikvan dibêjin ku ji bilî serketinê tu rêyek wan din nîn e.

Rahênerê nû tîmê hazir dike
Piştî ku di 26ê Nîsanê de maça Amedsporê û Bodrumsporê wekhev ma, Rêveberiya Amedsporê peymana rahênerê xwe Mesut Bakkal fesix kir û ji hev qetiyan. Di heman roja ku Bakkal ji Amedsporê veqetiya, vê carê rahêner Sertaç Kuçukbayrak û ekîba wî ya teknîkê dest bi kar kir. Niha Sertaç Kuçukbayrakî tîma xwe Amedsporê ji bo maça Igdirsporê amade dike. Lîstikvanên Amedsporê bênavber, antremanan dike û xwe ji bo maça dawî amade dike. Sertaç Kuçukbayrakî dibêje ku ew ji malbata Amedsporê ye û 15 sal in ji bo vê tîma têkoşînê ked dide.
Pankartek bi Kurdî nîn e
Li her xaçerêyek û her kuçe û cadeyên Amedê pankartên ji bo piştgiriya Amedsporê ku biçe Lîga Superê hatine daliqandin, lê di nava van pankartan de yek jî bi Kurdî nîn e. Bi sed hezaran alîgirên Amedsporê bi kelecan li benda maça roja Şemiyê ne.

Weke tîma ‘neteweyî’ tê dîtin
Amedspor di salên dawî de di nav Kurdan de wek tîmek “milî-netewî” jî derket pêş. Bi sed hezaran alîgirên Amedsporê ji spor û futbolê wêdetir bi çavek xwedîderketina nasname, çandî, polîtîk û dîrokî li Amedsporê xwedî derdikevin. Alîgirên Amedê ne tenê li Amedê hene, li her devera cîhanê ku Kurd lê dijîn hene.
Piştgiriya xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ji bo Amedsporê gelek zêde ye û her kes bi ruhek neteweyî li Amedsporê dinêhire.

Sepan û cezakirina li ser Amedsporê
Amedspor îsal jî bi gelek ceza û sepanan cihêkariyê re rû bi rû ma. TFF di nav sezona îsal de gelek cezayên pere û dûrxistina lîstikvanan li Amedsporê birî. Ji ber peyvên Kurdî li ser formayên Amedsporê bû, ceza li Amedsporê hate birîn. Bi taybetî jî lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan ji ber ku di lîstika li gel Adana Demîrsporê re ji bo piştgiriya Rojava porê xwe hûnand bi cezakirina TFFê re rû bi rû ma.














