• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kolektîfa Medyakarên Kurdistan a li Ewropayê ava dibe

Navenda Nûçeyan /AW

20 NÎSAN 2025 - 17:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xebatkarên medyaya Kurd ku li Ewropayê xebatê dimeşînin, biryara avakirina Kolektîfa Medyakarên Kurdistan a li Ewropayê girtin.

Rojnamevanên Kurd ku li ser banga zêdetirî 70 xebatkarên medyayê yên ji welatên cuda ên Ewropayê li bajarê Aalst ê Belçîkayê hatin ba hev, nîqaşa rêxistineke ku wê ji serdama nû re bibe bersiv kirin û biryara avakirina Kolektifa Medyakarên Kurdistan a li Ewropayê girtin.

Hevdîtina ku piştgiriya piraniya aliyên girîng ên medyaya Kurd wergirt, 19ê Nîsanê destpê kir. Civîn du rojan dewam kir û bi temamî zimanê Kurdî bû. Di civînê de rewşa medyaya Kurd, pêvajoya siyasî ya heyî û rola medyaya Kurd hate nîqaşkirin. Bi taybetî hat pêşniyarkirin ku medyaya Kurd di serdema medya dijîtal de xwe li gorî şert û mercên nû vesaz bike û hate destnîşankirin ku pêwîstî bi rêxistinbûnên medyayê ya xurtir heye.

Hate diyarkirin ku rola medyayê ne tenê teşhîrkirin, di deman demê de veguhertin û avakirin e. Di civînê de îşaret bi tecrube û sazîbûnên jinan ku di qada medyaya Kurd de bidestxistine hate kirin. Di dema nîqaşan de rojnamevan Gulîstan Îke pêşniyar kir ku ji bo belavkirina tecrubeyên Kurdan akademiyekî medyayê ya online were avakirin. Gulîtan Îke di heman demê de destnîşan kir ku ji bo mayîndekirina tecrubeyên çapemeniya Kurd girîngî bi veguherandina belgeyê nivîskî heye û wiha got: “Divê em ji rewşa ku xwe dubare dikin derkevin. Medya ji civakê dûr ketiye, ev pirsgirêkekî cidî ye. Hesasiyetên li hemberî pirsgirêkên civakî lewaz bûn. Medya li gel teşhîrkirinê divê rola xwe di avakirina civakî û guhertina zîhniyetê de bilîze.”

Di civînê de bi taybetî weşanên zayendperest a saziyekî medyayê ya Başûrê Kurdistanê ku teşwîqî pir hevserî dike, hate rexnekirin. Di roja dawî a civînê de nêrîn û pêşniyarên ji bo divê rêxistinbûneke çawa were avakirin, hat girtin. Di nîqaşên roja duyemîn de ku zêdetirî 40 xebatkarên medyayê tevlî bûn, awayên rêxistinbûnê yên weke “Komale”, “Tor”, “Federasyon”, “Kolektîf”, “Yekîtî” û “Însîyatîf” hatin nirxandin û hat nîqaşkirin bê ka navend li ku derê be.

Hate destnîşankirin ku avaniya were avakirin divê têkiliya xwe bi rêxistinên çapemeniyê ya navneteweyî re pêş bixe. Bi nêrînên hevpar biryar hate girtin ku ev avanî di statuya komelelyê de be û navenda vê jî bibe Burksel.

Di nava navên hatin pêşniyarkirin de (Kolektîfa Medyakarên Kurdistan a li Ewropayê) bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Navê komaleyê bi Kurdî hat tomarkirin.

Ji bo di statuya komaleyê de xebatê kolektîf were meşandin, komîteyekî ku ji 11 kesan pêk tê hat pêşniyarkirin û di encama dengdanê de hat qebûlkirin. Lê 9 kesên ku ji 4 jin û 5 mêran pêk tê ku ji bo komîteyê hatin diyarkirin, piştre hatin erkdarkirin ku di nava xwe de 2 kesên din jî tevlî komîteyê bikin. Komîteya ku hat avakirin ji bo organîzekirina konferansekî mezin a ji bo avakirina komaleyê û ragihandina wê hatin erkdarkirin.

Danezan

Danezana civînê ya di encama nîqaş û pêşniyaran de pêk hat, wiha ye:

“Kurd bi salan in ji bo azadiya xwe têdikoşin. Di vê têkoşînê de bêguman bandorekî mezin a medyaya Kurd çêbûye. Kurd ji bo avakirina rojanemvaya Kurdistanê heta niha, di têkoşîn û xebata qada medyayê de hem berdêlên giran dane û hem jî destkeftiyên mezin bidest xistine. Îro li seranserê cîhamê bi dehan kanalên televîzyonê yên Kurd, bi sedan rojnname û kovar hene. Di heman demê de li gorî serdema me, Kurd û Kurdistanî cihê xwe di torên medyaya dijîtal de girtine. Li gel van geşedanan hin rêxistinên me yên medyayê li çar parçeyên Kurdistanê xebatên xwe didomînin. Di vê wateyê de salên borî ji bo rêxistinbûna li derveyî welat bi taybetî li Ewropayê hin xebat hatine kirin. Lê mixabin ev kêmaniya li Ewropayê heta îro nehatiye derbaskirin.

Hem ji bo pirsgirêkên rêxistinbûnê û hem jî pirsgirêkên taybet ên xebatkarên medyaya Kurdistanê, nûnerên rêxistin û saziyên medyaya Kurdistanê di 19 û 20’ê Nîsanê de li bajarê Aalst ê Belçîkayê li hev civiyan.

Di vê konferansê de rewşa heyî ya Kurd û erdnîgariya Kurdistanê, medya û rojnamevaniya Kurd bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin. Gelek rexne û pêşniyarên girîng hatin kirin. Di encamê de hemû beşdaran bi nêrîna hevpar biryar dan ku divê rojnamevanên Kurdistanê di çarçoveta rêxistinbûneke azad de werin ba hev û ev rêxistin rol û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Di vê çarçoveyê de di civîna 19 û 20ê Nîsanê de ev biryar û pêşniyar hatin girtin:

-Biryar hat girtin ku ji bo rêxistinbûnê komaleyekî qanûnî were avakirin; wê navenda komeleyê bibe Bruksel û endam ji hemû welatên Ewropayê werin qebûlkirin.

– Navê komaleyê bi piraniya dengan weke “Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê” hat hilbijartin.

– Biryar hat girtin ku komîteyekî ku ji 11 kesan pêk tê ji bo rêvebirina karên komaleyê were avakirin.

– Ev kes ji bo rêveberiya komîteyê hatin hilbijartin; Amed Dicle, Gulistan Çiya Îke, Hîdayet Îbrahîm, Diyar Ezîz Şerîf, Ronî Eylem, Niyaz Abdullah, Rojda Delal, Mahîr Uzmez, Maxîme Demîralp.

– Komîteya hate hilbijartin xwedî însiyatîf e û dikarin 2 kesên din jî beşdarî lîjneya rêveberiyê bikin.

– Komîteya Rêveberiyê heta konferansa damezrandinê ku herî dereng wê di payîza 2025’an de were kirin, xwedî însiyatîf e ku li gorî nîqaş û biryarên Konferansa Aalstê karan bi rêve bibin.

Etîket: DanezanKolektifa Medyakarên Kurdistan a EwropaMedyaya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Jinûve Sosyalîzm’ hate aşkerekirin

Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Jinûve Sosyalîzm’ hate aşkerekirin

10 MIJDAR 2025
KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

26 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1006)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne