Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û 1ê Gulanê civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de rojevên hevdîtina li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, hevdîtina bi Wezareta Dadê re, Cejna 1ê Gulanê, geşedanên li ser aboriyê û hwd. bên nirxandin.