Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li gel Nêçîrvan Barzanî civiyan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civiyan.
Di hevdîtinê de çaverê ye ku li ser yekrêziya aliyên Kurdî ya li Rojava û yekitiya neteweyî ya Kurd nîqaş û axaftin bên kirin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed duh bi şev jî li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê hevdîtin pêk anîbûn.