Nûner û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên ku ji bajarên Amed, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê hatin bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz a ku li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, kirin.
MEBYA-DER, TUHAY-DER, Meclisa Dayikên Aşitiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveber û endamên DBP û DEM Partiyê yên ji bajarên Amed, Mêrdîn , Êlih û Sêrtê hatin, bi girseyî serdana malbata Pelîn Yilmaz a ku yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bû û li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, kirin. Sazî û partiyên siyasî yên Wanê jî tev li girseyê bûn û girse bi dirûşmeya “Şehîd namirin” heta ber deriyê malê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê a Wanê meşiyan.
Ferdên malbatê, girseyê li ber malê pêşwazî kir û paşê derbasî baxçe bûn û ji malbatê re sersaxî hat xwestin.