Endamê Şandeya Îmrali yê DEM Partî Sirri Sureyya Onder ku piştî 18 rojên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesan tê bibîranîn.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku 18 rojan li nexweşxaneyê Florence Nightingale dihat tedawî kirin, duh seat di 16.10an de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKMê ya Taksîma Beyoglû ya Stenbolê bernameya bi bîranînê li dar xistin. Siyasetmedar, hunermend jî di navde bi hezaran kes beşdarî biranînê bûn. Malbata Sirri Sureyya Onder, hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari jî li cihê bi bîranînê mêvanan pêşvazî dikin.
Di danê sibê de bi hezaran kesan berê xwe dan AKMê û li vir kom bûn. Piştre girse derbasî eywana bîranê bûn. Li eywana ku bîranîn hat li darxistin wêneyê Sirri Sureyya Onder hat daliqandin. Li vir sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Sirri Sureyya Onder dike hat temaşekirin. Piştî sînevîzyona keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemir, Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari, Endama Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê pervîn Buldan, Dayika Aştiyê Rewşan Doner, lîstikvan Levent Kazak, nivîskar û senarÎst Berkan Oya wê li vir axaftinan bikin. Piştî bîranînê wê li mizgefta Barbaros nimeja cenazê bê kirin. Piştrê jî wê li goristana Zîncîrlîkoyu bê defînkirin.