Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 281emîn de bi manşeta “Her kes berpirsiyarê ziman e” li ber destê xwînerên xwe ye.
Rojnameya Xwebûnê ku bi awayek dijîtal rojane û çapî heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 281emîn de bi rasthatina 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser rist û misyona ziman a ji bo gelê Kurd rawestiya ye. Rojname di vê hejmara xwe de hevpeyvîna ku bi aktivîstê zimanê Kurdî Rifat Ronî re kiriye derdixe manşeta xwe. Rifat Ronî pirsên rojnameyê dibersivîn e û dibêje “Divê em bi dengekî berz zimanê xwe bixwazin û bi girseyî tev li çalakiyan bibin. Parastina ziman erka her kesî e. Tenê peyvira saziyên ziman nîne. Peyvira me hemuyan ew e ku em li ziman xwedî derkevin. Di serî de siyasetmedar û hilbijartiyên me erka wan ew e ku zimanê mîsoger teslîmî neviyan bikin. Divê her ferdê Kurd ji bo peşxistina ziman têbikoşe. Her maleke Kurd bibe dibistana Kurdî. Divê her Kurd li her derê bi Kurdî biaxive, binivîse û bi bijîn….”
Di vê hejmara rojnameyê de Medya Bal, Guher Hesen, Sosin Gulo, Veysel Avci, Mehmet Alî Ertaş, Heval Dilbihar, Adar Jiyan, Felemez Ulug, Hasan Huseyîn Denîz, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof. Dr. Abdulîllah Polan, Siyabend Aslan, Zaza Cebelî, Dildarê Amedê, Homayon Ebasî, Ayhan Erkmen û Rohat Bulut ji têkoşîna jinê bigire heta siyaset, çand, wêje, ked, jiyan,û hwd. li ser gelek mijarên ciherêng nivîsandin e.