• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN

    AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Ocalan: Ji bo xewn û xeyalên Onder pêk werin em ê aştiyê bi rêxistin bikin

Mahmût Altintaş / AW

6 GULAN 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman xwedî derketina li Sirri Sureyya Onder di heman demê de xwedî derketina li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” e û got: “Ji bo xewn û xeyalên birêz Onder pêk werin em ê aştiyê li her derî bi rêxistin bikin.”

Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî 18 rojên li nexweşxaneyê di 3yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Sirri Sureyya Onder yek ji aktorê sereke yê pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokrtîk” bû. Ji bo pêkhatina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê bi rol û mîsyoneke girîng û serketî radibû. Her kes wî wek qasidê aştiyê û çareseriyê nas kir. Sirri Sureyya Onder ê ku ev bû 15 sal in ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşiya, di dilê bi milyonan mirov de cih girt û ji aliyê deh hezaran kes ve hat veşartin.

DEM Partiyê ji bo parlamenterê xwe Sirri Sureyya Onder li hemû bajar û navçeyên ku DEM Partî lê bi rêxistinkirî ye şîn danî û bi deh hezaran kes serdana şîna Onder dike.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li cihê şînê ya Stenbolê ji ajansa me re axivî û behsa xewn û xeyalên Sirri Sureyya Onder kir.

‘Mînak û mîraseke mezin ji me re hişt’

Omer Ocalan di serî de bi gotina, “Bila serê me, serê gelê me û siyaseta Kurdan sax be” dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku Sirri Sureyya Onder bi sekn, zanebûn, fikir, nêrîn û tecrubeya xwe mînakekî mezin bû û wiha got: “Pêşya siyasetê û diyalogê vedikir. Zimanekî wî yê nerm û hembezkirinê hebû. Kesayetekî qedir bilind bû. Bandora wî wê her bidome. Endamê Şandeya Îmraliyê bû. Ji bo pêvajoya aştiyê bi awayek xurt bê meşandin rol û mîsyoneke mezin girtibû ser milan. Ev xebat û karê giranbûha heta dawiya jiyana xwe da ser milê xwe û berdewam kir. Mînak û mîraseke mezin ji me re hişt. Divê ev mîras ji aliyê gel û siyasetê vê bê hembezkirin û em xewn û xeyalên wî bi cih bînin. Xewn û xeyalên wî jiyaneke bi rûmet û aştiyeke bi rûmet ji bo hemû mirovan û welat bû. Tu car zimanekî mirovan biêşînê bikarnedianî her tim erênî bû. Weke ku rêzdar Abdullah Ocalan dibêjê; Sirri Sureyya Onder bi zanebûna xwe di rewşa herî xerab û neyînî de jî karibû rewşê bigûuherîne rewşeke erênî. Divê hemû civak û siyasetmedar jî wî ji xwe re referans bigirin. Ew siyasetmedarek bi ruhê civakê radibû û rûdinişt.”

‘Hemû Kurd jî anîn ba hev’

Omer Ocalan bal kişand ser xwedî derketina gel a li Sirri Sureyya Onder û got ku Sirri Sureyya Onder ne tenê cudahiyên li Tirkiyeyê, Kurd jî anîne ba hev. Omer Ocalan axaftina xwe wiha domand: “Xwedî derketineke mezin hebû hem di şexse wî û hem jî ji bo aştiyeke bi rûmet. Ew mîretaya ku ji me re hiştiye em ê mezin bikin û ji bo xewn û xeyalên wî pêk were, pêvajoya aştiyê û çareseriyê bi ser bixînin. Ji bo me referanseke mezin e. Bi deh hezaran kes xwedî li hevrê Sirri Sureyya Onder derketin. Di merasîmê de peyamên birêz Bafil Talabanî, Mesûd Barzanî û peyama Rêber Ocalan hat xwendin. Ev ji bo me tiştekî qedir bilindî ye. Hemû beşên civakê xwedî lê derket. Ev nêzikatiya wî ya aştîxwez hat hembêzkirin. Niha jî bi hezaran kes ji hemû beşên civakê tên serdana şîna wî. Divê ev nezikatî were xurtkirin. Pêdiviya civakê bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Sirri Sureyya Onder di nav siyaset û hunerê de ev tişt bi awayekî xurt temsîl dikir. Ji ber vê yekê ev xwedî derketina li Sirri Sureyya Onder xwedî derketina li aştiya civakî û ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Di heman demê de xwedî derketina têkiliya li birêz Ocalan û birêz Onder e. Ji ber vê yekê ev xwedî derketin wisa çêbû.”

‘Em ê xewn û xeyalên birêz Onder pêk bînin’

Omer Ocalan destnîşan kir ku ji bo xewn û xeyalên Sirri Sureyya Onder pêk werin ew ê aştiyeke bi rûmet bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo xewn û xeyalên rêzdar Onder pêk were, divê em aştiyeke bi rûmet bi rêxistin bikin. Aştî ne tiştekî hêsan e. Mirov li mala xwe rûnê, siyaset raweste aştî pêş nakeve. Hewcedarî heye ku aştî jî were rêxistin kirin. Yanî tiştekî aksiyonel e. Carna şer jî aksiyoneltir e. Ji bo vê divê aştî mal bi mal were rêxistinkirin. Mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, bajar bi bajar divê em fikr û remanên Rêber Ocalan li hemû cihanê bidin naskirin û bingeha wê dagirin. Bingeha wê jî bi civak û mirovan re dibe. Birêz Sirri Sureyya Onder ev têkilî pir baş bi rê ve dibir. Birêz Ocalan jî şert û mercên siyaseta demokratîk li her aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê vekir. Em ê jî li vê seknê, li vê siyasetê û pêvajoyê xwedî derbikevin. Xemgînî heye lê divê em nesekinin û bimeşin. Bimeşin da ku xewn û xeyalên birêz Sirri Sureyya Onder pêk bînin. Divê em rêxistina xwe, partiya xwe û paradîgmaya rêzdar Ocalan xurt bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanOmer OcalanSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

28 GULAN 2026
Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

28 GULAN 2026
Ji parêzerên jin ên Kolombiyayî ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê

Ji parêzerên jin ên Kolombiyayî ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê

27 GULAN 2026
Serhat Çakmak: Heke gavên hiqûqî nayên avêtin metirsiya sabotajê heye

Serhat Çakmak: Heke gavên hiqûqî nayên avêtin metirsiya sabotajê heye

27 GULAN 2026
Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

26 GULAN 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (719)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne