Amed – Lokman Akbaba piştî 31 salên ragirtî, ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê hat berdan.
Lokman Akbaba yê sala 1995an de hatibû girtin piştî 30 salên ragirtî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê hat berdan. Lokman Akbaba ji aliye malbat, TUAY-DERa Amedê û MED TUHAD-FEDê û xizmên xwe ve bi tilîlî, çepik û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin.
Lokman Akbaba kesên ji bo pêşwazîkirinê hatine silav kir, cejna girseya hatiye pêşwazîkirinê pîrzo kir û dû re kevok firandin.
Piştî pêşwazîkirinê Lokman Akbaba û malbata wî ber bi Mêrdînê ve bi rê ket.
Derbarê Lokman Akbaba de
Lokman Akbaba di sala 1995 an Edeneyê hate bincavkirin û DGMa Konyayê hate darizandin. Lokman bi dorê li girtîgehên Edana, Konya, Enqere, Kirikkale, Erzurum, Tekîrdag, Amed T1, Amed D û herî dawi jî Girtgîhe Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind Amedê hate ragirtin. Lokman Akbaba ji heman girtîgehê îro hat berdan.













