* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de ji bo çareseriya pirsgirêkan dibêje divê Komara Tirkiyeyê Demokratîk bibe û bingeha pirsgirêkan jî ne demokratîkbûyîna komarê ve girê dide. Di serdema ku destûra bingehîn a nû tê nîqaşkirin de gelek xalên destura bingehîn a heyî li pêşiya demokratîkbûyîna komarê asteng in.
* Li gorî rapora 2025an a ÎSÎGê, di nava salekê de herî kêm 493 karkerên înşaatê bi qezayan jiyana xwe ji dest dane. Karkerên înşaatê ku bertek nîşanî bêewlehiyê dan, daxwaz kirin ku şert û mercên ewle yên xebatê bêne bicihanîn.
* Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, bi dirûşma “Ciwanên ku li dijî şerê taybet dibin komun li qadan e” dê di 10ê hezîranê de li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin. Li ser turnuvayê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Yûsûf Elîş diyar kir ku ji hêla ciwanan ve eleqeyeke pir mezin ji tûrnûvayê re heye û bang li hemû ciwanan kir ku tevli tûrnûvayê bibin
*DEM Partî dê bi boneya Cejna Qurbanê serdana partiyên siyasî bike û li navenda xwe ya giştî jî serdana partiyên siyasî qebûl bike. (09.25-16.30)








