Têkoşer, bîrmend û fermandarê Tevgera Azadiya Kurdistanê Qasim Engîn ku 35 salên jiyana xwe di nava têkoşîna Azadiya Kurdistanê de derbas kir, di 6emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn. Qasim Engîn ku ji Ewropayê heta lûtkeyên çiyayên Kurdistanê têkoşiya, bi pirtûka xwe ya ‘Dîrok Niha Ye’ mîrateyeke rewşenbîrî û şoreşgerî li pey xwe hişt.
Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava nîv sedsalê de bi hezaran leheng, pêşeng û rewşenbîr afirandin. Yek ji van stûnên xurt ên têkoşînê ku hemû jiyana xwe ji bo doza gelê xwe feda kir û ji Ewropayê heta lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bêwestan xebitî, bîrmend û fîlozofê şoreşê Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) e.
Li Bradostê nemir bû

Qasim Engîn ku di 27ê Gulana 2020an de di êrişeke asmanî ya dewleta Tirk a li herêma Bradostê de şehîd bû, îro di 6emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn. Engîn wekî dildarek azadiyê li çiyayên Kurdistanê li dijî qeyd û bendên dagirkeriyê şer kir û bû yek ji sembolên berxwedan û zanabûnê.
Gavên yekem ên ber bi azadiyê ve

Şehîd Qasim Engîn, di malbateke welatparêz û nîştimanperwer de, di sala 1966an de li navçeya Bazarcixa Mereşê tê dinê. Ji ber ku malbata wî zû bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ketibû nava têkiliyê û gelek kesên ji malbatê di nava refên şoreşê de cih digirtin, di ciwantiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir. Li gorî dîroka têkoşîna wî, hê di sala 1979an de wekî ciwanekî welatparêz û têgihiştî nêzî xebatan dibe û tevlî nava refên azadiyê dibe. Lê belê bi taybetî piştî sala 1985an li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û partiyê kûrbûnên xwe zêdetir dike û bi berpirsyariyên mezintir radibe.
Şoreşgerê her tim bi tevger

Qasim Engîn ku temenê xwe yê ciwantiyê li Ewropayê derbas kir, di nava xebatên azadîxwaz û şoreşger ên li vê qadê de roleke çalak lîst. Bi dînamîzm, nêzîkatiya xwe ya germ û jêhatîbûna xwe, di demeke kurt de di nava Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd de tevneke fireh a rêxistinî ava kir. Ew bi vê taybetmendiya xwe bû şoreşgerekî wisa ku kî wî nas bikira jê hez dikir û pê re kar dikir.
Kûrbûna îdeolojîk a li Akademiya Mahsûm Korkmaz

Lê belê jiyana li Ewropayê û xebatên li wir, têra dilê wî yê ji bo çiyayên Kurdistanê lê dixist, nedikir. Ji bo ku rastiya Kurdistanê, xeta welatparêziyê û têkoşîna gerîla ji kûrahî ve fêm bike, di sala 1990an de bi komeke hevrêyên xwe re berê xwe da qada Rêbertiyê. Qasim Engîn derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz (Egîd) a li geliyê Bekaayê yê Libnanê bû. Perwerdeya ku li wir rasterast ji Rêber Apo dît, ji bo wî bû şansekî mezin û qonaxeke dîrokî. Li vê akademiyê ji aliyê îdeolojîk, felsefî û leşkerî ve xwe kûr kir û xwe ji bo têkoşîneke dijwar a li çiyayan amade kir.
Li Botanê fermandarî, di çapemeniyê de pêşengî
Qasim Engîn ku di temenekî biçûk de ji welêt dûr ketibû û salên dirêj li Ewropayê mabû, bi bîrdoziya azadiyê û wêrekiyeke mezin di sala 1994an de wekî fermandarekî derbasî herêma Botanê bû. Di demên ku şerê herî giran diqewimî de, wî li Botanê bi salan têkoşînek meşand û bi zîrekiya xwe ya taktîkî derbên giran li artêşa dagirker dan.
Xaka welat gav bi gav geriya

Meşa wî ya şoreşê tenê bi Botanê re sînordar nema. Li Başûrê Kurdistanê, Behdînan, Bradost û Qendîlê peywirên gelekî krîtîk girtin ser milê xwe. Yek ji qadên ku Qasim Engîn bi jêhatîbûna xwe pêşengî jê re kir, xebatên ragihandin û çapemeniyê bûn. Wekî Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê, keda gerîla û dengê şer bi rêya medyayê gihand raya giştî ya cîhanê. Ji bo ku têkoşîna Tevgera Azadiyê li qada navneteweyî bê naskirin, kedeke bêhempa da. Her wiha, di nava Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKKê de jî cih girt û bêyî ku tu astengiyan qebûl bike, ji bo bîranîna şehîdan xebatên hêja meşandin.
Feylesfê çiyayan û mîrateya ‘Dîrok Niha Ye’
Qasim Engîn ne tenê fermandarekî leşkerî bû. Di heman demê de bîrmend, lêkolîner û fîlozofê şoreşê bû. Baweriya wî bi wê yekê hebû ku heke mirov dîroka Kurdistanê rast fêm neke, nikare pêşerojê ava bike. Ji ber vê yekê, wî hemû kêliyên jiyana xwe bi felsefeya dîrokî ya Apoyî hûnand. Ji bo ku dîroka Kurd û Kurdistanê bê fêmkirin û şîrovekirin, lêkolînên giranbiha kirin û dersên dîrokê dan bi hezaran şervanan.
Di meha şehîdan de axa welat hembêz kir
Pirtûka wî ya bi navê “Dîrok Niha Ye”, yek ji mîrateyên herî qedirbilind e ku wî li pey xwe hiştiye. Di vê berhemê de, wî bi zimanekî kûr nîşan da ku dîrok ne paşerojeke mirî ye, lê rastiyeke zindî ye ku îro di nava têkoşînê de tê jiyîn. Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) ê ku 35 salan bênavber û bi eşqeke mezin jiyana xwe fedaî têkoşîna azadiyê kir, di 27ê Gulana 2020an de şehîd bû. Lê belê pênûsa wî ya tûj, fermandariya wî ya zîrek û kesayetiya wî ya rewşenbîrî, îro jî wekî çirayekê rêya şopdarên azadiyê ronî dike.













