• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî şerê taybet şahî: Em ê bi komunan jiyanê ava bikin

    Li dijî şerê taybet şahî: Em ê bi komunan jiyanê ava bikin

    Piştgiriya Taksîmê: Gezî hilweşandina diwarê tirsê ye

    Piştgiriya Taksîmê: Gezî hilweşandina diwarê tirsê ye

    Ji Îzmîrê bang hate kirin: Ji bo lihevhatinê aqûbeta windayan aşkere bikin

    Ji Îzmîrê bang hate kirin: Ji bo lihevhatinê aqûbeta windayan aşkere bikin

    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ê xwedî li doza Sirri Sureyya Onder derkevin’

Omer Demîr / AW

6 GULAN 2025 - 08:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên ku tev li şîna Sirri Sureyya Onder a li Amedê bûn diyar kirin ku Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê têkoşiya û ew ê jî xwedî li doza wî derkevin.

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sûreya Onder di 15 Nîsanê de krîza dil derbas kir û piştî 18 rojan di 3yê Gulanê de jiyana xwe dest da. DEM Partiyê li gelek bajaran ji bo Sirri Sureyya Onder li avahiyên xwe şîn danî û bi hezaran kes diçin serdanên sersaxiyê. Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî li avahiya xwe ya li navçeya Peyasê şîn danî. Di nav van sê rojan de bi hezaran kes serdana şînê kirin. Welatiyên ku tev li şînê bûn ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em ê wekî Sirri Sureyya Onder bixebitin’

Ji Dayikên Aştiyê Saadet Ayşe Gok da zanîn ku Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê gelek giring bû û wiha axivî: “Em wekî Dayikên Aştiyê ev 50 sal in dest bi têkoşînê kiriye. Sirri Sureyya Onder jî hevrê ye me bû. Ew 18 roj li nexweşxaneyê li ber xwe dida. Lê mixabin jiyana xwe dest da. Sirri Sureyya Onder ji bo pêvajoyê têkoşiya, em ê jî li pişt têkoşîna ku da û piştevanê pêvajoyê ne. Ji bo pêvajo pêş bikeve kedek gelek girîng da lê dawiya pêvajoyê nedît. Piştî vê şûnda em ê wekî wî ji bo pêvajo pêş bikeve bixebitin û çi destê me were em ê bikin. Em ê aştiyêk rûmet bînîn welatê xwe.”

‘Sirri Sureyya Onder qasidê aştiyê bû’

Welatiya bi navê Hebûn Aslan diyar kir ku Sirri Sureyya Onder emrê xwe ji bo aştiyê feda kir û wiha got: “Sirri Sureyya Onder qasidê aştiyê bû. Di nav gelan de pirekê ava kir. Her dem hestên gel aniye ziman. Em gelek xemgînin. Ji bo aştiyê xebatên gelek taybet pêk anî, barê ku dikeve li ser milê me sivik dikir. Niha barê me giran bû. Lê em ê xwedî ev mîrata ku ji me re hiştiye derkevin. Em ê ji bo azadiya gelan her dem li şûna Sirri Sureyya Onder bixebitin. Bi sedan hevalên me wekî Sirri Sureyya Onder jiyana xwe dest daye. Em ê li keda wî xwedî derkevin. Ez wek jinek Kurd dibêjim ku em ê vê dozê bigihînin armancê. Têkoşîna me wê berdewam bike.”

‘Li pişt xwe dozek gelek girîng hişt’

Welatiyê navê Burhan Yildirim jî bi bîr xist ku Sirri Sureyya Onder ji bo Gelê Kurd gelek girîng bû û ev tişt anîn ziman: “Sirri Sureyya Onder hevalek hêja û bi nirx bû. Di nav gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê de cihê wî gelek taybet bû. Tijîkirina cihê wî gelek zor e lê em ê li ser şopa wî bin. Li pişt xwe dozek gelek girîng hişt. Gelek hevalên me jiyana xwe dest dan ji bo doza gelê me. Me çawa mil da bin barê wan, em ê mil bidin bin barê Sirri Sureyya Onder jî.”

‘Em ê hesreta wî pêk bînin’

Rêveberê DEM Partiyê ya Amedê Celal Alphan diyar kir ku Sirri Sureyya Onder rûmeta gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bû û wiha axivî: “Bi salan e di nava rêxistina me de bû. Bi dil û can xebat dikir. Dil dixwest ew rojên xweş yê pêşiya me bidîta. Jiyanek têr û tijê derbas kir. Di jiyana xwe de tundî jî zindan jî dît lê her dem berxwedan afirand. Sirri Sureyya Onder di nava hemû gelan de dozek girîng hişt. Hezkirina wî di serdana gel de diyar e. Bi hezaran mirovên me tên li vir û Sirri Sureyya Onder bibîr tînin. Mirovek ewqas nekeve dilê gel û nav gel, ewqas xwedî lê nayê derketin. Min û wî gelek caran bi hev re xeber dida. Hevalek gelek dil rast bû. Bi hêvî bû, aştîxwaz bû, dixwest ku tu dayik negirîn, tu ciwan jiyana xwe dest nedin. Ji bo vê jî têkoşînek bêhempa meşand. Em ê hesreta wî ya aştiyê û azadiyê pêk bînin.”

Etîket: Sirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hat bibîranîn

Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hat bibîranîn

3 GULAN 2026
‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

3 GULAN 2026
DEM Partî dê Sirri Sureyya Onder li ser gora wî bibîr bîne

DEM Partî dê Sirri Sureyya Onder li ser gora wî bibîr bîne

30 NÎSAN 2026
Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê da Sirri Sureyya Onder kir

Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê da Sirri Sureyya Onder kir

6 ADAR 2026

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Buldan: Daxuyaniya PKKê pêşketinek dîrokî ye

Buldan: Daxuyaniya PKKê pêşketinek dîrokî ye

12 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Anatoliya Navîn heta Bekayê huner û têkoşîna Hozan Zinar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê bi hezaran kes bi Koma Amed re stran gotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ piştevaniyê xurtir dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne