Ekrem Îmamoglû ji ber gotinên wî yên li hember dozgeran, bi îdiaya “heqaret li karmendekî cemaweriyê kiriye” lêpirsîn hat vekirin.
Li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê serokomariyê yê CHPê Ekrem Îmamoglû ê ku li Girtîgeha Marmarayê ya li Silivriyê tê girtin, lêpirsînek hat vekirin. Hat hînbûn ku Îmamoglû ji ber gotinên wî yên li hember dozgeran bi îdiaya “heqaret li karmendekî cemaweriyê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tê payîn ku Îmamoglû sibê saet 13:00an de li girtîgehê bi rêya SEGBÎSê li dijî van sûcan îfadeyê bide.
Îmamoglû di daxuyaniya xwe ya 23ê Adarê de gotibû, “Du dozgerên ku di nava kûmpas û kemînê de ne sûc dikin. Ew ji min mîna sergoyê ne.”