Şirnex- Jina bi navê Denîz Erkan a janên wê yên welidînê hebûn û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, jiyana xwe ji dest da.
Welatiya bi navê Denîz Erkan a ducanî, ji ber janên wê yên welidînê hebûn çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Rewşa Denîz Erkanê du saet beriya zarok welide aloz bû. Denîz Erkan a rakirin beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê, li vir jiyana xwe ji dest da. Di encama mudaxileyan de pitikê Denîz Erkan hate rizgarkirin.
Hat zanîn ku sedema mirina Denîz Erkan dê piştî rapora otopsiyê diyar bibe. Hat zanîn ku Wezareta Tenduristiyê dê têkildarî sedema mirina Denîz Erkan lêpirsînê bide destpêkirin û lêkolîn bike bê xemsariya nexweşxaneyê bûye sedem an na.