Çawişê pispor Mûsa Gezer ku li Şemzînanê ji heman malbatê 4 kes kuştibûn, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di 14ê hezîranê de çawişê pispor Mûsa Gezer bi çekê êrîşî jina ku pê re zewicî bû Gulşen Gezer, dayika wê Habîba Demîr, birayê wê Gurkan Demîr û xwişka wê Denîz Demîr kiribû. Di vê êrîşê de çar kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî êrîşê, kujer Mûsa Gezer bi heman çekê hewl dabû ku xwe bikuje, bi giranî birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê.
Mûsa Gezer ê ku sê rojan di beşa lênêrîna awarte de dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.













