• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

    Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

    Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 21ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

    Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

    Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 21ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Divê saziyên civakî xwe bi rêxistin bikin

Omer Demîr / AW

20 GULAN 2025 - 08:10
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Mehmet Oktay têkildarî xwefesixkirina PKKê diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve û bê fêmkirin divê saziyên civakî xebatên xwe zêde bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Xwest PKK kongreya xwe pêk bîne û xwe fesix bike. PKKê li ser vê bangê di 1ê Adarê agirbest ragihan. Di 5-7ê Gulanê de 12mîn kongreya xwe pêk anî û di 12ê Gulanê encamnameya kongreyê eşkere kir. Piştî daxuyaniya PKKê gelek sazî û dezgehên cuda û gelek kesan piştgiriyê didin pêvajoyê. Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî xwefesixkirina PKKê û di pêşxistina pêvajoyê de peywîrê li ser milê saziyên civakî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Biryara PKKê gelek giring e’

Mehmet Oktay diyar kir ku ew vê pêvajoyê pîroz dibînin û wiha axivî: “Birêz Abdullaha Ocalan di 27ê Sibatê de bang kir. Diyar kir ku êdî wextê çêkan bi dawî bûye û pêvajoyek da destpêkirin. PKKê jî piştgirî da banga birêz Abdullah Ocalan û di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. Di navbera 5 û 7ê Gulanê jî kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Biryara PKKê gelek giring e. Em wekî saziyên civakî vê biryarê gelek pîroz dibînin. Divê qada siyasî û civakî vê pêvajoyê pêş bixe. Ji bo wê divê civak û qada siyasî xwe bi rêxistin bikê û bibe bersîva pêvajoyê. PKK gav avêt û berpirsiyariya xwe pêk anî. Divê êdî dewleta Tirkiyeyê jî gavan biavêje. Ji bo dewlet gavan biavêje divê sazî jî bixebitin. Ji bo civak rol û misyona xwe pêk bîne divê saziyên sivîl xebatên xwe xurt bike.”

Divê mercen Birêz Abdullah Ocalan rast bikin

Mehmet Oktay destnîşan kir ku dewlet bi çekan nikarê pirsgirêka Kurd çareser bike û wiha berdewam kir: “Divê dewlet banga birêz Abdullah Ocalan baş fêm bike û gavên şênber biavêje. Di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo pêvoja pêş bikeve divê şert û mercen Birêz Abdulllah Ocalan bên baş kirin. Divê daxwaza gel a perwerdehiya ziman û statuya ziman bibersivîne. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û li her derê serbest bê axaftin.”

‘Kar dikeve ser milê saziyên civakî’

Mehmet Oktay herî dawî xwest her sazî di qada xwe de xebatê bike û got: “Divê her sazî xwe bi rêxistin bike. Çiqas rêxistina saziyan xurt bibe saziyek ewqas pêş dikeve û bandorê dide dora xwe. Ji xwe Birêz Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe de giringtiya rêxistinê diyar kiribû. Divê sazî jî rol û mîsyona xwe bibînin û baş bixebitin. Rol mîsyona pêvajoyê li ser mile saziyên civakî û siyasetê ye. Dewlet piştî banga 27ê sibatê tu gav neavêtiye. Ji bo dewlet gav biavêjê gelek kar dikeve ser milê saziyên civakî. Em dixwazin ku saziyên civakî bi xebatên xwe gel pêş bixe. Ku saziyen civakî rol û mîsyona xwe bilîzin dê dewlet gav biavêje. Lê ku nelîzin dê dewlet gavan neavêje. Divê hem saziyên li Kurdistanê û hem jî yên li Tirkiyeyê bixebitin û bi gelên Tirkiyê pêvajoyê bidin fêmkirin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Sûriyê planên Tirkiyê, hemleya Îngîlîstanê û HSD

Li Sûriyê planên Tirkiyê, hemleya Îngîlîstanê û HSD

21 KANÛN 2025
Rojeva Mîçotakîs û Netanyahû hevgiriya leşkerî û Tirkiye ye

Rojeva Mîçotakîs û Netanyahû hevgiriya leşkerî û Tirkiye ye

21 KANÛN 2025
‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

21 KANÛN 2025
Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

21 KANÛN 2025
Netanyahû amadekariya operasyona li dijî Îranê dike

Netanyahû amadekariya operasyona li dijî Îranê dike

21 KANÛN 2025
Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

21 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (398)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne