Malpera Rêze-dokûmantera ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin dest bi weşanê kir.
Rêze-dokûmantera ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin, ji roja ku kete weşanê û pê ve ji ber astengî û zextên dewleta Tirk li ser qada medya dîjîtal gelek caran hate qedexekirin. Piştî vê astengiyê, rêze-dokûmanter li ser qenala Telegramê xwe gihand temaşevanan û niha jî wê li ser malpera înternetê bê weşana din. Rêze-dokûmantera ku roja Çarşemê li Stêrk TV, roja Înê jî li Medya Haber TV tê weşandin, êdî li ser navnîşana ( https://t.me/taradokumanter ) a telegramê û li ser navnîşana ( www.kominatara.com ) ya malplera înternetê wê karibe bê temaşekirin.
Dokûmantera ku heta niha 8 beşên wê hatine weşandin û rastî eleqeyeke mezin hat, beşa wê ya 9emîn wê di demeke nêz de bê weşandin. Di vê beşa ku wê bi navê ‘Şehadet’ bê weşandin, mijarên; bikaranîna Pîlot (Necatî Kaya) li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şehîdên Tevgera Apoyî yên wê demê Fevzî Aslansoy Alî Dogan Yildirim û Aydin Gul wê werin nirxandin.
www.kominatara.com
https://t.me/taradokumanter