• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

Fexredîn Kiliç / AW

4 HEZÎRAN 2025 - 09:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nivîskar Firat Can têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwefesixkirina PKKê axivî û diyar kir ku divê nivîskar û hunermend di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigerin û dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje.

Nivîskar Firat Can têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirinê ya PKKê ji ajansa me re axivî.

Firat Can da zanîn ku deh sal in şerekî pir dijwar dihate meşandin û wiha got: “Piştî pêvajoya 2013-2015an xerabû şûnve dewleta tirk careke din pêvajoya şer xiste rojevê û li ser Kurdan êrişeke pir xurt da meşandin. Ev êriş bi her awayî rêxistina Kurdan hedef girt. Jê re jî gotin ‘Plana Çokdanînê’. Lê dawiya dawî di nava deh salan de dewleta tirk çi ji destê wê hat kir, tiştekî nema nekir tune bû. Bikaranîna çekên kîmyewî, taktîk nukleer heta xerakirina bajaran, ji Cizîrê heta Sûrê gelek tiştên ji destê wê hat kir. Dawiya dawî ev plana ku xwestin li hemberî Kurdan û Tevgera Azadiyê pêk bînin têk çû. Mirov dikare bibêje ku Plana Çokdanînê çok da. Ew plan bi xwe têk çû. Li ser vê esasê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete dewrê û xwest Kurdan jî û Tirkan jî vê pêvajoya şer derxîne.”

‘Gelek derdor hene hêj ev pêvajo fêm nekirine’

Firat Can bi lêv kir ku gelek derdor hene hêj ev pêvajoya fêm nekirine û wiha domand: “Ji ber ku gelek kesan ev mudaxileya Rêberê Gelê Kurd fêm nekirine, êriş dikin. Bi taybet hinek netewperest hene êriş dikin dibêjin ‘PKKê û Abdullah Ocalan dest ji mafên Kurdan berdan e’ gelek kesên qaşo sosyalîst in dibêjin ‘Ocalan dest ji sosyalîzmê berdan e’. Wiha gelek kes êriş dikin. Lê kesên ku Ocalan bi xwe nas dikin, dizanin Ocalan dixwaze çi bike. Tiştê ku hem weke nivîskarekî hem jî rojnamegerekî fêm dikim ew e ku Ocalan hem gelê Kurd hem gelê Tirk û gelên li Rojhilata Navîn dijîn ji polîtîkaya bikuje û bimire derxist. Ev demeke pir dirêj bûn Kurd, Tirk, Ereb, Fars dikuştin û dihatin kuştin. Vê polîtîkayê bi taybet xizmeta dewletên navneteweyî dikir, xizmeta Îsraîl û Amerîkayê dikir. Li vir Ocalan rabû û got divê ev polîtîka were sekinandin. Bila Kurd, Tirk bijîn û bidin jiyîn. Gelek kesên ku ji van polîtîkayan sûd digirin niha êriş dikin.”

‘Şer tu caran nebûye armanca gelê Kurd’

Firat Can destnîşan kir ku şer tu caran nebûye armanca gelê Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKKê jî dewletê jî ev şer da meşandin. Dewlet niha nikare PKKê, ev fikra Ocalan damezrandiye têk bibe. PKK demekî dirêj e ev şere daye destpêkirin. Heke derfetên siyasetê werin afirandin. Çima ev rêbaza şer were bikaranîn? Ji avabûna PKKê bi taybet piştî pêngava 15ê Tebaxê, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêveberên PKKê hebû. Digotin ‘Tu şens, tu vebijêrkên din tune bin, ji ber wê me şer da destpêkirin’. Ji ber wê di encama têkoşîna 40-50 salan de gelek vebijêrkên ku Kurd di siyaseta demokratîk de bikaribin hilbijêrin derketin. Ji ber vê yeke divê ev pêngav baş were fêmkirin. Çi dixwaze were kirin. Niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgereke ku di nava cîhanê de weke ‘terorîst’ dihate naskirin û ji bo Tirkiyeyê bibû sedema êrişkirinê. Ev tevger bi vê gavê dê were legalîzekirin. Bi awayekî pir eşkere dê bikare kar û barê xwe bike. Tişta din a mirov baş fêm bike çi ye? Amûr hate guhertin. Di armanca Kurdan de tu guhertinek tune ye. Bikaranîna çekan jî amûreke partî bi xwe jî amûreke nabe armanc. Tundî jî nabe armanc. Mînakeke di cihanê de heye. Ji bo xweseriyê yek ji ezmûna herî mezin Yugoslavya bû. Tîto rêveberiya wê pêvajoyê dikir. Piştî ku şoreş hinekê ji eslê xwe derket, xerabû şûnve Tîto rexnedayînek kir. Digot ‘diviya bû me partî zûtir fesix kiribûna. Ji ber me partî zûtir fesixnekir, partî bû amûrekî desthilatê bi xwe. Niha bi PKKê roleke pir mezin pir dîrokî hate meşandin. Ji ber wê êdî wextê wê hatibû. Sedemên wê Ocalan jî rêveberên PKKê jî anîn ziman. Tundiyê jî armanca xwe pêkanî. Demekê Kurd nedihatin naskirin lê niha hebûna Kurdan tê naskirin êdî hewcedarî bi vî amûrî nehate dîtin. Heke Tirk, dewlet, tevahiya gel bersiveke erênî bide ji aqlê dewletê zêdetir nêzî vê pêvajoyê bibin wê Tirkiye, Kurd, Tirk û gelên Rojhilata Navîn qezenc bikin.”

‘Divê hunermend û nivîskar bikevin dewrê’

Firat Can diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên pir giran de roleke gelek dîrokî leyîst û ev tişt gotin: “Di dinyayê de mînakeke bi vî awayî tune ye. Rêberek 26 salan di girtîgehê de be û li ser gelekî û tevgerekê ewqas bandora wî pir zêde hebe. Niha şert û mercên Girava Îmraliyê tên zanîn. Di nava tecrîdeke pir giran de dijî. Rola ku di vê pêvajoyê de dikeve ser milê wî bi zêdehî pêk anî. Mirov barê xwe jî bide ser milê Ocalan wê neheqiyeke pir mezin çêbibe. PKK jî deh sal in di nava şert û mercên pir giran de têdikoşe. Êrişên hovane li ser hatin meşandin. Di bin van êrişên qirkirinê de ew barê ketiye ser mile wê pêk anî. Kongre di van şert û mercan de pêk anî. Komkirina ewqas mirovan a di van şert û mercan de tiştekî gelekî zehmet e. Hêj jî dewleta Tirk êrişan dike. Li aliyê din di bin van êrişan de PKKê kongreya xwe pêk anî û got ‘em li pişt Rêberê xwe ne û em ê vê pêk bînin’. Niha hin rolên ku dikevin ser milê gelên li bakurê Kurdistanê dijîn hene. Rolên nivîskaran, siyasetmedaran, rewşenbîran, hunermendan, sazî û dezgehên Kurdan hene. Herkes bang dike ku dewlet gavan biavêje. Ji bo ku ev hinek hişyarî çêbin rast e lê mirov tenê van bike jî zêde encamekê nade. Divê mirov gelek çalakiyan bike ku dewlet gavan biavêje. Niha zimanê Kurdî hêj qedexe ye. Ji bo vê yekê dewleta Tirk li benda çi ye? Gelek saziyên ziman ên Kurdan hene. Lazim e bikevin nava tevger û çalakiyan ku bê dîtin ka dewlet çiqas ji dil e. Gelek xebatên çandê hene. Hêj çand û hunera Kurdan qedexe ye. Divê hunermend, nivîskar bikevin dewrê. Siyasetmedar bikevin dewrê û bi taybet qadan bernedin. Heke ev pêvajo bi tena serê xwe nayê meşandin. Divê berpirsyartiyên dewleta Tirk jî mirov bîne ziman lê birêz Ocalan ev pêvajo anî vê astê. Divê mirov dewletê neçar bihêle ku gavan biavêje. Heke ev dewlet di zorê de nemîne tu caran gavan naêveje.”

‘Gelê Kurd mafdar e ku ji dewletê bawer neke’

Firat Can di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd ji pêvajoyê bêtir ji dewleta Tirk bawer nake. Gelê Kurd mafdar e ku ji dewletê bawer neke. Ji ber dewlet ev sed sal in bi taybetî jî 40 sal in li hemberî Kurdan tu qirêjî nemaye nekiriye. Mirov nikare weke tiştek tune be nêz bibe. Nêzîkbûna biguman ne xerab e. Li vir gelê Kurd ji kê bawer dike ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dike. Ji ber ev di pratîkê de dîtiye. Karekî ku Ocalan bi xwe di nav de be gelê Kurd winda nake. Em dikarin bi dehan mînakan bidin. Kengî Ocalan ketiye nava karekî gelê Kurd bi serketiye. Cihê ku Ocalan di nav de be li wir windakirin tune ye. Gelê Kurd Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ji saziyên xwe, siyasetmedarên xwe bawer dike. Divê mirov weke ku dê Kurd werin xapandin nêz nebe. Dewleta Tirk her tim dixwaze bixapîne lê Kurdên sed sal berê nîne. Gelê Kurd di gelek xebatan de di dinyayê de bûye mînak. Yên ku gelê Kurd biçûk dibînin û dibêjin dê were xapandin, bila li Rojavayê welatê me binêrin. Li Rojavayê welatê me siyaseteke çawa tê meşandin. Ewqas lîstikên pir qirêj lîstin, çeteyên hov ajotin ser gelê Kurd, dawiya dawî çi bû? DAÎŞ, El Nûsra, çeteyên girêdayî dewleta Tirk niha li ku derê ne? Tevahiyan winda kir. Yên ku niha hene Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Ji ber vê yekê xapandina Kurdan ne wisa hêsan e. Niha destê Ocalan û Tevgera Azadiyê pir xurt in û destkeftiyên wan jî pir zêde ne.”

Projeya aştî û tevahiya pirsgirêkan: Konfederalîzma Demokratîk

Firat Can bal kişand geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ditirse ku êdî dor were wan. Ji ber bandora Îranê hêdî hêdî têk diçe. Niha Îsraîlê Îran ji bo xwe gefeke pir mezin didît. Niha Îsraîl hebûna dewleta Tirk jî ji bo xwe weke gefekê dibîne. Ji ber fikreke wê ya wiha heye. Di êrişa 7ê Cotmeha 2023yan Hamasê li dijî Îsraîlê daye destpêkirin de tiliya dewleta Tirk jî di nav de heye. Ji bo wê yekê niha Îsraîl van ji bîr nake. Niha hêdî hêdî dor tê Tirkiyeyê. Ev yek her tim bi şer çênabe. Bi tevlihevkirina hundir jî çêdibe. Niha şert û merc ji bo kurdan hatiye rewşekê. Heke mirov bikaribe vê pêvajoyê baş bikarbîne. Ji bo kurdan dê demeke zêrîn çêbibe. Niha dewleta Tirk çima gavê naavêje divê mirov wê jî baş fêm bike. Kesên neyarê vê pêvajoyê ne dibêjin kurd dê bên xapandin, dewlet gavan naavêje mijûl dike. Dewlet ev deh sal in xwe li gorî şer xwe amade kiribû. Bijarteyeke wan a aştiyê tune bû. Projeyeke wan tune ye. Projeya aştî û çareserkirina tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di bin banê Konfederalîzma Demokratîk de birêz Ocalan bi xwe ye. Ji ber amadekariya dewletê tune ye û projeya wê jî ji bo çareserkirinê tune ye dibe ji bo gavavêtinê derengmayînek çêbibe lê divê mirov dewletê neçar bihêle ku gavan biavêje. Heke mirov vê neke dê gavavêtinê jî têxin nava pêvajoyekê. Ev jî dibe sedemê dirêjbûna pêvajoyê. Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û tevahiya gel dakeve qadan daxwazên xwe yên nasname, ziman û çand bîne ziman.”

‘Divê dewlet niyeta xwe ya baş bide nîşandan’

Firat Can bi lêv kir ku ji bo dewleta Tirk niyeta xwe ya baş bide nîşandan divê gavan biavêje û wiha domand: “Ji ber di pêvajoya di sala 2013-2015an de jî gelek gav PKKê bi xwe avêtin. Yek ji wan gavan çi bû? Gelek leşkerên di destê PKKê de hebûn hatin berdan. Ji ber vê yekê ji bo bawerî jî zêde bibe ev gav hatibûn avêtin. Her wiha vekişîna PKKê ya ji bakurê Kurdistanê. Ji bo ku hêzên dixwazin çareserî pêk were divê destê wan xurt bibe. Ji ÎRAyê bigire heta ETAyê, FARCê heta Başûrê Efrîkayê mînakên cuda cuda hene. Danîna çekan di dawiya pêvajoyan de ye. Lê li vir birêz Ocalan ev mijar anî danî destpêkê. Ji bo çi li Tirkiyeyê kî çareserî bixwaze destê wan xurt bibe. Niha girtiyên nexweş hene, divê demildest werin berdan. Ez vê weke gav nabînim. Tişteke exlaqî ye. Ev mirov ne dizin, ne dijminê gelan e, jinan e. Ji bo çand, nasmame û zimanê xwe têkoşîn dane meşandin û di girtîgehê de di nava şert û mercên pir giran de ne. Divê tu siyasî di girtîgehê de nemînin.”

‘Divê şertên ku PKK çekan deyne bên afirandin’

Firat Can destnîşan kir ku du mûxatabên vê pêvajoyê hene û ev tişt gotin: “Mûxatabek Erdogan û Bahçelî ne. Niha Erdogan li ku jiyan dike. Di nava qesran de jiyan dike. Li derdora wî bi hezaran şêwirmend hene. Derfetên dewletê hene. Bixwaze bigihije çi digihije. Mûxatabê din li giravekê dijî. Di nava tecrîdeke pir giran de derfetê ku xîtabî tevgera xwe bike nîne. Ji ber wê yekê divê di şert û mercên Ocalan de guherînin pir mezin çêbin. Hem bikaribe xîtabî hevalên xwe yên rêxistin avakirine, tevgera xwe, gelê Tirk û tevahiya gelên li Tirkiyeyê bike. Ez di vê baweriyê de me heke Ocalan biaxive, kesên herî zêde ji Ocalan bandor bibin dê mirovên ji Behrareş, Bûrsa û gelên li Tirkiyeyê dijîn bin. Em niha behsa guherîna Bahçelî dikin. Yê ku Bahçelî guhert kî ye? Birêz Ocalan bi xwe ye. Bahçelî dibêje ku ‘Ev 26 sal in ev mirov di vê giravê de diaxive heta niha me nirxandineke wî ya li hemberî gelên Tirkiyeyê nedîtiye’ Ji ber wê lazim e şert û mercên Ocalan teqez bên guhertin. Niha PKKê kongreya xwe li dar xist, xwe fesix kir, biryara çekdanînê da. Divê gavên pratîk bên avêtin. Lazim e Ocalan û tevgera xwe nêzî hev bibin. Ji bo wê yekê divê gavên ewil bên avêtin divê bi Ocalan re eleqedar bin. Divê şertên ku PKK çekan deyne bên afirandin. Yên din ziman bi muzakereyan ne eleqedar e. Ji bo Tirkekê, Erebekê ziman tê wateya çi. Ji bo Kurdan jî wisa ye. Ev ne mijarên bazarê ne.”

‘Çi ji destê rewşenbîran tê divê bikin’

Firat Can axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin di şert û mercên şer de rewşenbîr rola xwe baş nelîstin. Piraniya wan bêdeng man. Tevahiya rewşenbîrên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dijîn milê xwe nedan bin vî barî. Ev hêjayî xwerexnedayînekê ye. Dema vê tînim ziman xwe jî di nava vî karî de dibinim. Di şer de rol nehate lîstin lê niha pêvajoyeke diyalogê hatiye destpêkirin. Divê mirov qiymeta vê bizanibe. Ji ber dema şer were meşandin, tundî bi xwe zimanê vê axê be. Di vir de yên herî zêde bi bandor dibin rewşenbîr bi xwe ne. Pirtûk, stran, konser tên qedexekirin. Rewşenbîr jî nikarin xwe bînin ziman ji bo wê divê qiymeta vê rewşa heyî ku bi înîsiyatîfa Ocalan hatiye destpêkirin baş were zanîn. Ji ber heta ku ji destê wan hat divê em xwedî li vê pêvajoyê, înîsiyatîfa birêz Ocalan derkevin. Heke roleke rewşenbîran a şer nesekinîne aştiyê pêk neîne nebe wê demê rewşenbîrên çi ne. Nivîskarekî êşa gelê xwe neîne ziman dê êşa çi bîne ziman. Divê heta ku ji destê rewşenbîran hat destê xwe têxin bin vî barî û bêdeng nemînin. Çi ji destê wan tê divê bikin. Bi helbestekê, stranekê nivîsekê, qunciknivîsekê, daketina qadan be. Divê kî aştiyê dixwaze li cem wan cih bigire. Nêzîkatiyeke rast dê bi vî awayî derkeve holê heke bêdeng mayîn dê bibe sedema gilî û gazinan.”

Etîket: 12emîn Kongreya PKKêAbdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkFirat Canpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

27 NÎSAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1017)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne