CPT ragihand ku artêşa tirk îro 48 caran gundên Amêdiyê yên Duhokê bombebaran kir.
Endamê Rêxistina CPT A Emerîkî Kameran Osman îşev ragihand ku ku îro ji serê sibehê ve gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê yên devera Ber Garê û pişt gundên Guherzê, Belave yên devera Nihêlê ya Metîna ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê 48 caran ji aliyê dewleta tirk ve hatine topbarankirin.
Kameran Osman aşkera kir ku di nava 12 rojên borî de, di nava 12 rojên borî de êrîşên dewleta tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê bi awayek ber çav kêm bûbûn, lêbelê îro bi topbarankirina gundên navçeya Amêdiyê, artêşa Tirk dîsa dest bi anîna leşkeran kiriye û êrîşên xwe zêde kirine.