Rojnameger Qareman Şukrî yê ku di Girtîgeha Duhokê de tê girtin û di greva birçîbûnê de ye rewşa wî ya tenduristiyê di xetereyê de ye.
Di demek ku em îro salvegera 128emîn a Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin, yek ji dengên azad yên Herêma Kurdistanê ku rojnamevan Qareman Şukrî ku di girtîgehê de ye, ajansa me agahiyên nû li ser rewşa tenduristiya wî aşkere dike.
Di vê rojê de, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê PDKê û partiyên din yên têkildar, bi gotinên xweş qala azadî û mafên rojnamegeran dikin de; lê rastiyên ji hindirê girtîgehan çîrokeke din ji me re vedibêjin ku tijî tepeserkirin û kiryarên bêdengkirina dengên cuda ye.
Yek ji navên berbiçav ku bûye qurbanê vê zilmê rojameger Qareman Şukrî ye, ku ne tenê wekî rojnamevanek rastî girtin û îşkenceyê hatiye, lê di heman demê de kurê şehîd Qelem Şukrî Rekanî ye jî. Ev nîşan dide ku zextên li ser malbatê xwedî dîrokek dirêjin û wekî tolhildanek li dijî helwestên wan yên neteweyî û pîşeyî têne dîtin.
Rojnews ji çavkaniyên cûr bi cûr bi cûr û kesên nêzîkî rojnameger agahiyên berfireh wergirtiye ku Qareman Şukrî di girtîgeha PDKê de rewşa wî ya tenduristiyê xirab e û wekî bertekek li dijî neheqiya ku çend caran lê hatiye kirin, ew ketiye greva birçîbûnê, ku ev yek jî gefê li jiyana wî dixwe.
Li gorî kesên nêzîkî wî, rojnameger Qareman Şukrî di sîstema dadwerî de gihiştiye qonaxek bêhêvîtiyê ku nikare mafên wî vegerîne.
Di heman demê de, Qareman Şukrî ji ber zextên dayik û rewşa xirab a tenduristiya xwe, neçar ma ku dev ji greva xwe berde. Ev yek piştî wê yekê hat ku rayedarên girtîgehê zextek zêdetir li ser wî kirin da ku dengê wî negihije xelkê li şûna ku daxwazên wî yên qanûnî bicîh bînin.
Ya balkêş û ecêb ew e ku rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Roja Rojnamegeriya Kurdî de behsa azadiyê dikin, lê di heman demê de, rojnamevan bi tohmetên têkdan, sîxurî û têkbirina ewlehiya neteweyî têne cezakirin. Her wiha Yasaya Rojnamegeriyê ya Hejmar 35 tê paşguhkirin û yasayên din ji bo tepeserkirina wan têne bikaranîn.
Hin parêzer û rêxistin bi rêya ajansa me ragihandin ku “Dadgeh ne wekî navendeke serbixwe, lê wekî amûrek ji bo pêkanîna ajandaya siyasî têne bikaranîn. Her rojnamevanek ku gendelî an kêmasiyan eşkere bike, dê bi girtin û bêparkirina ji mafên mirovan yên herî bingehîn re rûbirû bimîne. Ev grev û zextên li ser Qareman Şukrî qêrînek bêdenge ji bo wijdanê civaka navnetewî û herêmî da ku bizanin ku berdêla nivîsandin û ragihandina heqîqetê li Herêma Kurdistanê gelek giran e.”
Her wiha gotin; “Ew tiştê ku îro li girtîgehan diqewime, xaleke reşe li ser eniya hemû partiyên ku îdia dikin demokratîkin, di demek de ku rojnamevanên wan ji birçîbûn û zextê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê, di vê boneyê de, divê hemû hêzên azadîxwaz ji bo serbestberdana bê şert û merc a rojnameger Qareman Şukrî û hemû kesên ku bi gotinan hatine zincîrkirin, bibin yek. Ji ber ku mayîna wan di girtîgehê de tê wateya bidawîbûna hemû nirxên mirovî û pîşeyî yên ku rojnamegeriya Kurdî.”













