Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li otelê konferansa bi şîara “Rêya Diçe Azadiyê: Bîr û Edalet” li dar xist. ÎHDê li otela Mîtannîa malbatên leşker û gerîlla anîn cem hev.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otela Mîtanîa ya li Amedê konferans li dar xist. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran hatin cem hev. Malbatên kesên di şer de xizmên xwe winda kirine beşdarî konferansê bûn. Konferans bi şîara “Rêya Diçe Azadiyê: Bîr û Edalet” pêk tê. Di konferansê de Hevserokê Giştî yên ÎHDê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, endam û rêveberên saziyên civakî û malbatên gerila û leşkeran amade bûn. Ewil
‘Êşên me yek in’
Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn diyar kir ku komeleya wan di rojên dijwar de hat damezrandin û got: “Bi kuştina Vedat Aydin me dest bi têkoşîna xwe kir. Îro ev xebat gelek girng e. Me gelek caran xwest em vê xebatê bikin. Lê me nekarî çêkin. Îro roja ewil e ku êşên me pir nêzîkî hev in. Gelek bar dikeve li ser mile me. Gelek kar heye. Gelek tişt îro nehatine çareserkirin. Girtiyên nexweş ên siyasî girtî ne. Di şer de gelek kesan xizmen xwe winda kirin. Îro ji bo çareseriyê em li vir in.”
Peyamên dayikan xwendin
Piştî axaftina Eren Keskîn peyamên dayîka Ugur Kaymaz û Eren Bulbul hat xwendin. Dayîka Ugur Kaymaz Makbule Kaymaz di peyama xwe de diyar kir ku ew ji ber tenduristiya xwe nikare beşdarî dayikan bibe û got: “Ez kesên ku xizmên xwe winda kirine silav dikim. Min zarokê xwe yê 12 salî winda kir. Ez her roj çûm ser gora wî. Êdî bila tu kes nemire. Aştî ji bo tevahiya gelê me pêwist e.”
Paşê peyama dayîka Eren Bulbul, Ayşegul Bulbul hat xwendin. Ayşegul Bulbul jî diyar kir ku ew ji ber tenduristiyê nikare beşdarî civînê bibe û got: “Min çend cejnan bêyî kurê xwe derbas kir. Lê ez naxwazim tu dayîk bê kurê xwe cejnê pîroz bikin. Ez dayîka kezeb şewitî me. Ez naxwazim kezeba tu dayîkê bişewite.”
‘280 gorên komî hene’
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî anî ziman ku wan di her du peyaman de dît ku eş yek in û wiha axivî: “Rêya aştiyê gelek zexme. Di nava şer de divê her du alî ji bo mafên mirovahiyê tev bigerin. Ew hiqûqa mirovahiyê ye. Şer hebe çareserî jî heye. Li gorî daneya komeleya me herî kêm 36 hezar û 409 kesan jiyana xwe dest da. Herî kem 9 hezar 454 kes di şer de hatin kuştin. 2 hezar 514 gund hat valakirin. Salên 90 gelek dijwar derbas bû. 3 hezar 52 kes bi kujer nediyar hat kuştin. Di navbera salên 1993 û 1997an de 280 gorên komî hene. îro tene 31 gor hatiye vekirin. Kesên ku hatine kuştin paş ve nayên. Ji bo êdî kes nemirê em li vir in.”
Paşê li ser “Komeleya Ragihandina bê Tundî” Vîvet Alevî li ser mijara “axaftina bêtundî axivî.
Vîvet Alevî anî ziman ku ji bo li her kesî guhdar bikin hatiye vir û got: “Di dîroka komarê de her tim xwestin bi şer pirsgirêkê çareser bikin. Lê îro divê em rêyek din pêş bixin. Divê ji bo em dîsa bên cem hev em biaxivin. Divê em bigihijin dilê hev du.”
Piştî axaftina konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.