Baroya Şirnexê derbarê kuştina Gulîzar Yildiz de daxuyanî da û got kuştina jinan ne takekesî ye, bi pergalî ye.
Baroya Şirnexê bi tevlîbûna Serokê Baroyê Abdullah Findik û gelek parêzeran li ber avahiya Edliyeya Silopiya daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Abdullah Findik ve hat xwendin. Findik diyar kir ku kuştina jinan ne weke bûyereke takekesî ye, ev bûyer ji ber pergala sîstematîk a jinan tune dihesibîne pêk hatiye.
Findik di berdewama axaftina xwe de kuştina Yildiz şermezar kir û got ku ew ê şopdarê doza Gulîzar Yildiz û hemû jinan bin.