Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên siyasî bi rojeva komîsyonê vexwendiye Meclisê.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da.
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji bo komîsyona tê payîn were avakirin, hemû serokwekîlên komên partiyan ji bo sibê vexwendiye Meclisê. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku nûnerên partiyan dê sibê bi şev li Meclisê bi Nûman Kurtulmuş re bicivin.