Şirnex– Şivanê ku li Germava Hesta ya navçeya Basê ketibû çemê Dîcleyê xeniqî.
Li herêma Germava Hesta ya navçeya Basa ya Şirnexê şivanê ku navê wî nehat zanîn danê sibehê ji bo sewalên xwe biçêrîne çû herêma çiyayî. Ji ber ku di kendalê çem de hevsengiya xwe winda kir û ket çemê Dîcleyê. Welatiyên derdorê dema ew ferq kirin bang li alîkariyê kirin. Piştre tîmên AFAD, îtfaiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di xebatên lêgerînê de cenazeyê şivan hat dîtin. Cenazeyê şivan ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.