Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossi destnîşan kir ku Îran dikare di nav çend mehan de dest bi hilberîna uranyuma dewlemendkirî bike.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, Rafael Grossi, ji CBS Nwesê re axivî û diyar kir ku Îran tevî zerara mezin ku ji ber êrîşên Îsraîl û DYAyê pêk hatine jî dikare di nav çend mehan de dest bi hilberîna uranyuma dewlemendkirî bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqci di 26ê Hezîranê de ragihand ku di encama şerê 12 rojan zirereke mezin li dezgehên nukleerî yên welatê wî bûye. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî gotibû bernameya nukleerî ya Îranê “bi dehsalan paşde maye”.
Rafael Grossi di hevpeyvînekê de bi CBS News re destnîşan kir ku “hin ji bernameya Îranê hîn jî heye.”
Rafael Grossi anî ziman ku Îran dibêje ku ew dikarin di nav çend mehan de, çend beşên bernameya xwe bixebitin da ku uranyuma dewlemendkirî hilberînin. “