Konseya Boksa Cîhanê (WBC) boksorê Kurd Agît Kabayel wekî Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran îlan kir.
Piştî ku şampiyonê cîhanê yê Ukraynayî Oleksandr Usyk dev ji hemû unwanên xwe yên sîkleta giran berda WBCyê ev unwan da Agît Kabayel. Agît Kabayel di dîrokê de bû yekemîn boksorê Kurd ê ku vî unwanî werdigire. Her wiha Agît Kabayel piştî efsaneyê boksê Max Schmelingê ku sala 1932yan bû yekemîn welatiyê Almanyayê ku vî navî bi dest dixe.
Boksorê 34 salî herî dawî 11ê Kanûna îsal li Oberhausenê li hemberî boksorê Polonyayî Damian Knyba kembera xwe bi serkeftî parastibû û unwanê ‘şampiyoniya demkî’ ya WBCyê di destê xwe de girtibû.
Bi biryara konseyê, Kabayel êdî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran.
Kovara Ringê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û eşkere kir ku piştî Oleksandr Usyk dev ji unvanên xwe berdaye, Agît Kabayel bi awayekî fermî wekî Şampiyonê Cîhanê yê Giran ê WBCyê hatiye îlankirin.
Agît Kabayel ji rojnameya Bildê re axivî û bi van hevokan kêfxweşiya xwe anî ziman: “Ez gelekî serbilind im ku piştî 94 salan, ango piştî Max Schmeling bûm yekemîn şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran ê Almanyayê. Min xeyala xwe pêk anî.”
Agît Kabayel kî ye?
Boksorê Kurd Agît Kabayel 23yê Îlona 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayik bûye. Malbata wî dawiya salên 1990î ji navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê kiriye.
Agît Kabayel di 18 saliya xwe de, 23yê Hezîrana 2011an li Wuppertalê dest bi kariyera xwe ya profesyonel kir. Di asta herêmî de, di navbera salên 2017 û 2019an de şampiyoniya Ewropayê jî di nav de beşdarî gelek pêşbirkên giran bûye.
Wî di salên 2014, 2017, 2018 û 2019an de gelek şampiyoniyên Ewropayê û yên navneteweyî bi dest xistin. Di sala 2024an de jî Şampiyoniya Parzemîna Amerîkayê ya WBCyê û Şampiyoniya Amerîkaya Bakur a NABOyê bi dest xistibû.
Beriya ku wekî şampiyonê cîhanê bê îlankirin ew şampiyonê ‘demkî’ yê WBCyê bû û ji aliyê Kovara Ringê ve di rêza 4an a cîhanê de dihat nîşandan.
Agît Kabayel di 27ê Hezîrana 2026an de bi awayekî fermî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran.







