Nobeta ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê di 13ê Kanûnê de dest pê kir, di roja 4an de bi coşek mezin didome.
Rêxistinên TJA, DBP û DEM Partî bi boneya êrîşên Tirkiyeyê û komên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin di 13ê Kanûnê de li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê dest bi nobedê kirin. Nobeta li ser sînor di roja 4an de bi coşek mezin berdewam dike. Dayikên Aştiyê îro nobet girtin. Dayikan di çalakiyê de dowîzên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Gelê Rojava” rakirin. Her rojê rêxistin û saziyên cuda ji bajarên derdorê tên serdana çalakgeran. Îro jî rêxistin û partiyên siyasî yên Êlihê hatin çalakger ziyaret kirin û piştgirî dan wan. Di çalakiyê de dayikan strana “Her ne pêş” rêxistinên ku hatin serdana wan pêşwazî kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Biijî berhxwedana Rojava berz kirin.” Çalakî bi axaftinan didome.