Şirnex – Li herêmên qedexekirî yên çiyayê Gabarê bi salan e li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talan kirin. Ev cihên qedexekirî pêşkêşî şîrketan kirine û her derê çiyayê Gabar kolandine.
Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku bi hinceta “Ewlehiyê” li welatiyan hatiye qedexekirin bi salan e li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin. Bi hevkariya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa Turkish Petroleum International Company (TPIC) ji sala 2022an vir ve li çiyayê Gabarê lêgerîna petrolê tê kirin. Li her derê çiya bi bîrên petrolê kolandinê. Ji bilî xebatên petrolê kanên madenên weke sifir (bakir) û komirê jî li çiyayê Gabarê hatinê vêkirin. Ji ber xebatên maden û petrolê her derê çiya hatiyê kolandin û daristan hatinê tunekirin. Em weke Ajansa Welat (AW) ketin hûndirê çiyayê Gabar ku bi salanê ji welatiyan re hatiyê qedexekirin û dimenê talankirina xwezayê belge kir.
Di salên 1990î de gelek gund li çiyayê Gabarê hatin şewitandin û valakirin. Welatiyên bi neçarî gund û warên xwe koçber bûnê niha jî bi hinceta “Ewlhiyê” ji ber ku gund û warên wan hatinê qedexekirin bi destûr dikarin biçin gund û warên xwe. Lê ew cihên ku ji welatiyan re hatiyê qedexekirin pêşkeşî şîrketan hatiyê kirin û xebatên petrolê û kanên madenan tê kirin. Ji ber xebatên petrol û madenan her derê çiya hatiyê kolandin û bîrên petrolê hatinê vekirin. Her wiha 5 kîlometre li dûrî hev kuleyên leşkerî jî li çiya hatinê avakirin. Ji ber rêya kalekol, bîrên petrolê û kanên madenan bi hezaran dar hatinê birin. Ji aliyê cerdevanan her roj bi sedan dar li çiya tên birîn û leşker cerdevanan diparêzin. Darên tên birîn jî ji bo firotinê dibin bajarên cûda.
Li cihên qedexekirî talana xwezayê
Weke Ajansa Welat em jî ketin hûndirê çiyayê Gabar û li cihên ku hatinê qedexekirin geriyan. Dema meriv dikevê nava çiya toz û dumanek belav dibe. Bi sedan wesayitên mezin li ser rê diçin û tên. Xebatên petrol û madenan toz û dumaneke li ser çiya belav dike. Heta bi 15 kîlometrê bê navber meriv rastî bîrên petrolê tê. Li gor daneyên TPAO ên 2025an heta niha 114 bîrên petrolê hatinê vedan û rojê 81.000 varîl petrol tê derxistin. Ji ber bîrên petrolê her derê çiya hatiyê kolandin û çiya ji xwezayê behtir dişîbe cihekî şantiyeyê. Ji ber boriyên petrolê jî di nava çiya de erd hatiyê kolandin û boruyên petrolê di nava zeviyan re derbas dibe. Ji bo varîlên petrolê jî qadeke berfireh hatiyê kolandin û varil li wir hatinê bicihkirin. Xwezya çiya bi bîrên petrolê û kalekolan hatiye dagirkirin.
Dar birîne û kom kirine
Çiyayê Gabar bi dar û barên xwe bi nav û deng e. Lê piştî kolandina bîrên petrolê; bi hezaran darên fekî piştî lêgerîna petrolê û madenê tev hatine birîn. Cerdevan rojê bi sedan daran dibirin û bi traktoran dibin bajarên cûda. Di kêliyên dar dibirîn em rastî birîna daran hatin. Me dît ku daran dibirin û li tenişta rê kom dikin û xwezayê talan dikin. Çiyayê Gabar ku berê cih û warê pezkovî, gur, hirç, kergî û sewalên cûr bi cûr bû, niha bi bîrên petrolê hatine dagirtin. Herêm ji sewal û mirovan qalî bûye.
Jiyan di xeterê de ye
Li gor xebatên Platforma Ekolojiyê ya Mezopotamyayê lêgerîna petrol, kanên madenan û birîna daran bandoreke mezin li ser jiyana mirovan dike. Ava paqîj hatiyê qirêjkirin. Heke pêşî li talana xwezayê neyê girtin jiyana mirov û hemû zindîwaran di xeterê de ye. Platforma Ekolojiye ya Mezopotamyayê û xwezaperest bi daxuyanî û çalakiyan balê dikşînin ser talankirina xwezayê û ji bo pêşî girtina talanê bang li berpirsiyar û rêyedarên dewletê dikin.