Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 290î de bi manşeta “Wa Ocalan sey Mandela serbest bo” derket.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 290î de bi manşeta “Wa Ocalan sey Mandela serbest bo” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê di vê hejmara xwe de cih daye hevpeyvîna bi nivîskar Mehmet Karakuş re. Karakuş tîne ziman ku ji bo domandina pêvajoyê divê dewlet, teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş bixe ku Abdullah Ocalan dikaribe ew banga xwe ya 27ê Sibatê bi cih bîne.
Rojname di vê hejmara xwe de ji mijarên jinê, siyaset, polîtîka û civakê bigire bi gelek mijarên balkêş derdikevin pêşberî xwînerên xwe. Herwiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Mizgîn Ronak, Bahar Peker, Lêl Amed, Feratê Dengizî, Arslan Ozdemîr, Felemez Ulug, Serdar Altan, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Ahmet Aktaş, Aramê Elegezê, Mehmet Olmez, Ehmedê Bira, Kewê Redkan, Hogir Berbir, Veysî Varli û Rohat Bulut, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.