• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê yekem car li Nahçîvanê xist

    Îranê yekem car li Nahçîvanê xist

    Îsraîl û DYA li Sineyê bombebaranek giran pêk tînin

    Îsraîl û DYA li Sineyê bombebaranek giran pêk tînin

    Rapora binpêkirina mafê jinan a Rihayê: Divê mekanîzmayên şopandinê werin xurtkirin

    Rapora binpêkirina mafê jinan a Rihayê: Divê mekanîzmayên şopandinê werin xurtkirin

    Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

    Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

    Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    Îran êrişên li ser Balefirgeha Herîr didomîne

    Îran êrişên li ser Balefirgeha Herîr didomîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê yekem car li Nahçîvanê xist

    Îranê yekem car li Nahçîvanê xist

    Îsraîl û DYA li Sineyê bombebaranek giran pêk tînin

    Îsraîl û DYA li Sineyê bombebaranek giran pêk tînin

    Rapora binpêkirina mafê jinan a Rihayê: Divê mekanîzmayên şopandinê werin xurtkirin

    Rapora binpêkirina mafê jinan a Rihayê: Divê mekanîzmayên şopandinê werin xurtkirin

    Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

    Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

    Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    Îran êrişên li ser Balefirgeha Herîr didomîne

    Îran êrişên li ser Balefirgeha Herîr didomîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun: Bi milyonan kes azadiya birêz Ocalan dixwazin

Navenda Nûçeyan / AW

16 KANÛN 2024 - 16:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar beriya meşê li pêş avahiya DBPê ya Amedê axivî û got: “Li gorî hiqûqa Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji ber ku bi milyonan azadiya Ocalan dixwazin. Bi milyonan dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya mayinde divê Birêz Ocalan azad bibe.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk baskê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” yê bakurê Kurdistanê li Amedê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Girseya gel li pêş avahiya Rêxistina DBPa Amedê ya li navçeya Rezanê kom bû. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DBPê û DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk û bi sedan welatî ber bi Qada Şêx Seîd ve dest bi meşê kirin. Welatiyan û siyasetmedaran pêşmalkên “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” li xwe kirin û dovîz û pankar vekirin. Lê polîsan meşê asteng kir û destûr nedan meş pêk were. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Girseyê li kuçeya DBPê daxuyanî da. Li ser navê girseyê û meşvanan Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxuyanî da.

Li vî welatî Kurd hene

Çîgdem Kiliçgun Uçra anî ziman ku tevî hemû astengiya Midûriyeta Polîsan a Amedê gelê Kurd li têkoşîna Rojava xwedî derdikeve û wiha got: “Em li hemberî vê têkoşîna wan bi hurmetî bejna xwe ditewînin. Tirkiye bi çeteyên ku mirov nikare li rûyê wan binere hevkariyê dikin. Bi van çeteyan gefan li me dixwin. Em çima li vir in. Em ji bo çareseriya demokratîk û meşa azadiyê li vir in. Me di meha Sibatê de jî Meşa Azadiyê li dar xist. Me wê demê jî got li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e. Hûn vê pirsgirêkê nebînin jî, nebihîzin jî û nizanibin jî ev pirsgirêk heye. Li vî welatî Kurd hene û li vî welatî pirsgirêka Kurd heye. Li vî welatî gelê berxwedêr gelê Kurd heye. Ji ber vê yekê em li vir in û ji ber vê yekê em dengê xwe bilind dikin.”

Bi wekaleta NATO û Tirkiye dîktatoriyek nû tê avakirin

Dema Çîgdem Kiliçgun diaxivî, axaftina wê bê bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” hat qutkirin. Piştî dirûşmeyê Çîgdem Kiliçgun Uçar dîsa axaftina xwe berdewam kir û wiha got: “Li Sûriyeyê bi wekalata NATO û Tirkiyeyê dîktatoriyek nû û şerîatek nû tê avakirin. Ji ber vê yekê em li vir in. HTŞ û ANS-MSO li dijî têkoşîna gelê kurd hezên ne rewa ne. Dewlet dibêje em ê bi yên rewa re li maseyê rûnên. Ji 2012an heta niha li Sûriyeyê hêza herî rewa Hêza Demokrasiyê ya Sûriyeyê ye. Hêza herî rewa, hêza ku bi têkoşîna kurda derketiye holê jiyan û vîna hevpar e. Rêveberiya Xweser a Rojava ye.

Bi milyonan azadiya birêz Ocalan dixwazin

Axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” hat qutkirin. Çîgdem Kiliçgun dîsa axaftina xwe berdewam kir û got: “Hûn bi kesên ku sibê li Rojava çi bikin ne diyare re, bi çekan û şer hewl didin Rojava ji nûve saz bikin. Lê li aliyê din ji 2012an heta niha bi felsefeya Birêz Ocalan rêveberiyek nû û jiyanek nû tê avakirin. Li hemberî vê rêveberiyê ya ku rewatiya xwe winda dike Tirkiye ye, ANS e HTŞ ye. Li vî welatî vîna ku ji demokrasî, aştî û çareseriya demokratîk gavan paşve navêje heye. Li vir vîna ku di demokrasiyê de israr dike heye. Ev vîn diyar dike ku 26 sal li Îmraliyê tecrîd heye. Ev vîn diyar dike ku pêwiste Birêz Ocalan azad bibe. Divê li gorî hiqûqê birêz Ocalan azad bibe. Li gorûqa navneteweyî divê Azad bibe. Ji ber bi milyonan kes li pişta wî ye divê azad bibe. Divê hûn hiqûqa xwe pêk bînin. Bi milyonan kes dest ji vê vînê bernade. Bi milyonan kes li dijî tecrîdê li ber xwe didin û li ser piyan e. Ji ber ku çareseriya demokratîk ku milyonan kes li pişt wê ye dixwazin divê Birêz Ocalan azad bibe. Birêz Ocalan li vî welatî bû vîn û nûnerê aştiyê. Birêz Ocalan li her derê ji bo wî pêngavek hatiye destpêkirin. Ji bo çareseiya demokratik divê birêz Ocalan azad bibe. Divê hûn hiqûqa xwe pêk bînin. Divê li gorî hiqûq û destûra bingehîn birêz Ocalan azad bibe. Bi milyonan kes bi salan e ji bo azadiya Birêz Ocalan li kolanan doza azadiya Birêz Ocalan dike. Îro li Rojava ermenî, suryanî, kurd û ereb hemû bi hevre dijîn. Modelek ava kirine. Lê Tirkiye bi êrîşan dixwaze vê pergalê hilweşîne û têk bibe. Welatekî bifikirin êrîşî axa derveyî xwe dike. Çima ji bo Kurd nebin xwedî Statu. Binerin li Kurdistanê hemû gel yek e. Hûn nikarin Kurdên li Rojava û Kurdên bakur cuda bikin. Hûn nikarin bakur û başûr ji hev qut bikin. Ji ber vê yekê em li vir in. Heta vîna gelê me bê parastin emê tekoşîna xwe berdeam biki. Binerin Rojhilata Navîn bi salan e rastî şerên giran tê. Heta niha Nemrûd dîtin. Gelek dîktator hatin û çûn. Gelek zordest hatin û çûn. Lê yen li ber xwe didin li vir in û tekoşîna xwe berdewam dikin.

Vê îktîdarê rewatiya xwe winda kiriye. Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê hemû hêzên demokratîk li ser piyan in. Mafê Kurdan ê berxwedanê mafê wan ê herî dewa ye. Meseleya Kurd meseleyeke ku êdî nayê taloqkirin e. Ez bang li hemû partiyên Kurdistanê dikim. Îro roj ne roja em têkoşîna xwe taloq bikin. Roj roja ku em têkoşina xwe bikin yek û ji bo aştiyek bi rûmet û jiyanek hevpar têbikoşin. Îro em li Amedê sibê li Rihayê û Edeneyê û roja din jî li Enqereyê em ê van gotinên xwe beredam bikin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Rihayê ve hatin oxirkirin. Meş wê sibê li Rihayê berdewam bike.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê yekem car li Nahçîvanê xist

Îranê yekem car li Nahçîvanê xist

5 ADAR 2026
Îsraîl û DYA li Sineyê bombebaranek giran pêk tînin

Îsraîl û DYA li Sineyê bombebaranek giran pêk tînin

5 ADAR 2026
Rapora binpêkirina mafê jinan a Rihayê: Divê mekanîzmayên şopandinê werin xurtkirin

Rapora binpêkirina mafê jinan a Rihayê: Divê mekanîzmayên şopandinê werin xurtkirin

5 ADAR 2026
Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

5 ADAR 2026
Ji NATOyê piştgiriya şerê li dijî Îranê

Ji NATOyê piştgiriya şerê li dijî Îranê

5 ADAR 2026
Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (176)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne