• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol berdewam dikin

    Li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol berdewam dikin

    Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

    Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

    Bi girseyî serdana şîna Yûsûf Gucel kirin

    Bi girseyî serdana şîna Yûsûf Gucel kirin

    Parêzerê Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand

    Parêzerê Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Xetereya li ser jiyana Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Qoserê ÎHAyek ket xwarê

    Li Qoserê ÎHAyek ket xwarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol berdewam dikin

    Li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol berdewam dikin

    Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

    Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

    Bi girseyî serdana şîna Yûsûf Gucel kirin

    Bi girseyî serdana şîna Yûsûf Gucel kirin

    Parêzerê Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand

    Parêzerê Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Xetereya li ser jiyana Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Qoserê ÎHAyek ket xwarê

    Li Qoserê ÎHAyek ket xwarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civînên gel ên Şirnexê: Divê girtiyên siyasî bên berdan

Mahmût Altintaş / AW

8 TÎRMEH 2025 - 08:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hevseroka DBPê ya Cizîrê Aynur Elçîoglu diyar kir ku di civînên gel de herî zêde gel li ser gav neavêtina dewletê fikarên xwe tînê ziman û welatiyên tev li civînan dibin, jî destnîşan dikin ku divê dewlet girtiyên siyasî serbest berde.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi civînên “Aştî û Civaka Demokratîk” kirin e. Hatiye plankirin ku 2 hezar civînen gel bêne lidarxistin. Civînên gel li hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê didomin. Di civînên ku bi gel re tên li darxistin de nivîsên li ser pêvajoyê ya bi nêrînên Abdullah Ocalan û avakirina Civaka Demokratîk tê xwendin û li ser pêvajoyê nirxandin tên kirin. Welatiyên beşdarî civînan dibin jî li ser pêvajoyê fikarên xwe û pirsên xwe tînin ziman. Yek jî armanca civînan ew e ku pêvajoya hatiyê destpêkirin bi awayekî zelal bi gel re bê parvekirin.

Yek ji bajarên civînên gel tên lidarxistin Şirnex e. Li navçeya Cizîr, Silopiya, Qileban, Elkê, Basa û bajarokên Şirnexê û navenda Şirnexê li tax û gundan bi gel re civîn têne lidarxistin. Welatiyên li Şirnexê û navçeyên wê jî eleqeyeke mezin nîşanî civînan didin. Bi girseyî beşdar dibin. Tax bi tax, gund bi gund, navçe û navçe civînên gel têne lidarxistin.

‘Em gel derbarê pêvajoyê de agahdar dikin’

Hevseroka DBPê ya navçeya Cizîrê Aynur Elçîoglu a ku beşdarî cîvînên gel dibe anî ziman ku armanca wan a civînê derbarê pêvajoyê de agaharkirina gel e û got: “Em derbarê banga birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bi awayekî şênber gel agahdar dikin. Armanca me ya civînê pêvajo bi gel re bi awaykî zelal bê gotin û tevlikirina gel a pêvajoyê ye. Em dixwazin bi gelê xwe re yekîtiya xwe xurt bikin û di vê pêvajoyê de destê birêz Abdullah Ocalan jî xurt bikin.”

‘Gel ji ber gavneavêtina dewletê bi fikar e’

Aynur Elçîoglu destnîşan kir ku di civînan de herî zêde gel li ser gav neavêtina dewletê fikarên xwe tîne ziman û ev yek anîn ziman: “Welatî pir zêde pêvajoyê meraq dikin û dixwazin hîn bibin. Gel li pişt Serokê xwe ye. Lê fikarên wan li ser dewletê hene. Gel dibêje em gav diavêjin lê me gavên dewletê nedîtiye. Gel ji ber vê yekê pirr bi fikar e. Gelê me aştiyê dixwaze. Lê ji bo aştiyê dixwazin dewlet jî gavan biavêje. Ji bo baweriya gel jî pêvajoyê çêbibe divê dewlet jî gavan biavêje. Di destpêke de divê şer bisekine. Girtiyên siyasî bên berdan. Weke gel em jî dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bi awayekî wekhev bijîn. Gelê me jî vê dixwaze. Ji bo wê divê dewlet jî gavan biavêje. Em bang li gelê xwe dikin ku gelê me jî were tevli van civînan bibin û heke pirsnîşanê wan hebin di van civînan de bînin ziman.”

‘Divê dewlet jî gavan biavêje’

Ji welatiyê bi navê Alî Coşkun ku tev li civînên gel ên Cizîrê bû jî anî ziman ku tenê daxwaza wan aştî ye û wiha got: “Em dixwazin ev şer bisekine û pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve. Em jî weke hemû netewên dinyayê dixwazin wekhev û azad bijîn tenê daxwaza me ev e. Ji bo hînkirina pêvajoyê jî em hatin tev li civînê bûn. Em piştgirî didin vê pêvajoyê û dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve.”

Ji welatiyan Feqih Aslan ku tev li civînê bû jî bi lêv kir ku ji bo piştgiriya pêvajoyê bikin û derbarê pêvajoyê de agahiyan hîn bibin tev li civîna gel bûye û got: “Daxwaza me hemûyan aştî ye. Em dibêjin bila êdî şer rawest e. Em dixwazin her kes bikaribin serbest biçin gundên xwe û azad bijîn. Divê dewlet jî gavan biavêje. Divê girtiyên siyasî bên berdan.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkCivînên gelDBPDEM PartîpêvajoTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

AKPiyan axaftina jinan qût kir

‘Divê hemû beşên civakê bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin’

15 COTMEH 2025
Komxebata Ziman didome: Divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

Komxebata Ziman didome: Divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

15 COTMEH 2025
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Provokator nikarin îradeya aştiyê qirêjî bikin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Provokator nikarin îradeya aştiyê qirêjî bikin

15 COTMEH 2025
Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

14 COTMEH 2025
Tuncer Bakirhan: Divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re tekilî dayne

Tuncer Bakirhan: Divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re tekilî dayne

14 COTMEH 2025
Avûkatê Buroyê Hiqûqî yê Seserrî şîyê Îmrali

Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir

13 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (278)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne